Raz

Ma ev qas dûr bû
Tere nare xilas nabe ev rê
Û dawiya çiyê naxûye

Nizanim çend salan
Di van rêyan da hatiye meşîn
Û niha tu dibê qey çîrvanoke

Ev çiya û kevirê lal
Li ku vedişere çivîkan
Û kîjan raz hembêz kiriye

Zor e fehm kirina bêdengiyan

Wergerandin: J. Alpîranî