Hesp

De ji me ra qala qenciya meşê
Bayê bezê, bijûyên kef dida
Çirûskên ji ber siman dipekiya bikî

De ji me ra qala şabûna cahniya dihîşiya
Qala hêrs û birînên qamçiyan ên ku di qorika te de
Qala mîrzadeyên di çîrokan de bikî

Tu yî ku birayê jin û çekan e
Hinek ji qala kevneşopiyên feodalan
Û qîzên ku te direvand bikî

Ji me ra qala çiyan, şevên rêbiran
Qala mirinan û bêmirinan bikî
Dûra jî qala veguherîna textan a ber bi tuncan

Te yî ku hemû dîtiyî û jiyayî

Wergerandin: J. Alpîranî