Macir


Min hemû azadiyên xwe bi bîhnekê xelas kirin
Ez êdî janekî mahcirim
Mîna ku ez hemû evînên xwe bi şaşî jiya me
Xençerek zingarî me, bêwelat im
Bê rawestan xwîn ji non û kêfxwaşiya min dihere.

Min çiya li hundirê xwe, bahoz di dengê xwe da kolandin.
Her kêlîkeke min êşek e, ku qetlîam tevî bûye
Bedena min zêdahiya şevên Helebçe ye
Nivînên ku ez dikevimê min germ dike
şevên xerîbiya derengmayî ne yên min in
Qêrîn hîç ranawestin di rehên mejiyê min da
Min mîna yadîgerekî kozikan bihesîbine
Yan jî perçeyekî bê çek ji wexta teng.

Her roj koçeke nû destpê dike di dilê min da
Kon radiben, zîn li hespa dikevin
Ew zarokên ku min bi serê wan sond xwariyê
Mîna hespên bezayî, westayî dikevin rê
Xwe bi cîh û deverên nû digîhînin.

Ez niha mîna zivîngeke terkirî bi tenê me
Mîna gunehkarekî ku adet û isûl danê bin lingan
şewatek bi navê huviyetê li ser sînga xwe digerînim
Ez divê gulek lêkim di bin nav û navnîşanê da
Eger rojekê zarokek bixwazi rabirdûya xwe bixwûne
Ew navê min nizanibe jî dibe, lê divê min bibîhîze
Mîna dengê xîçekî din dihûne
Ew bikaribe bibêje, ev deng ê min e, ev ez im.

Dîsan mitrib di peldana xwîna min da lêdixe
Ez êdî westiyam jiberkirina şîkestan
Ez êdî divê stranên nû ji bo xwe peyda bikim
Dest bi evînên nû, gerên nû bikim
Yan na, wê tarîx her tim min şkestî û bindes bihesîbine.

Wegerandin:?