Bêdeng


Bêdeng dima tu û berf dibariya

Di çavên te de dest pê dikir şevê
Di pirtûkên nîvcomayî de didomiya
Kêreke ko bû roja ku li ser eniya me dihat tûjkirin
Wext awêneyên şikestî bûn

Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima
Û berf dibariya
Rêbendan porê min ê gewrbûyî bû, dicemidîm
Sibat ewladekî bêxêr bû, qaçax bû
Û dûr bû havîn dêyek bû
Şopên adarê li ser bedena min e
Roj wek cêwiyên heman xeberoşkê bûn
Nîsan di porê min de şil dibû tim

Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima
Û baranê dest pê dikir
Em pir li hêviya xwe hiştin
Qet di wextê xwe de nehat Gulan
Pûşper Aram bû ango kesekî wisa bû
Wek dermankirina birînan bû
Belkî Tîrmeh xewnek bû
Tebax bi stêrkan digirt ser şeva me
Gulek di ser sûc de dihat zeftkirin
Îlon qîrînên zarokekî bû

Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima
Û bê dest pê dikir

Wek pelekê rêya xwe windakirî bû Cotmeh
Me xwe bi wexêrî sirgûnan dikir
Gelo yên mayî em bûn an yên çûyî, nedihat zanîn
Mijdar di bê de pêşrewek bû
Û hebekî Itrî
Berfanbar bi dengê xwe dilerizî

Her çi qas wek xewnekê bêhnçikyayî bibuhure jî
Tu demsal bi qasî çavên te
Bêmerhamet bi kar neanî neşter

Bêdeng dima tu bênavber bêdeng dima
Û berf dibariya

Werger: Lal Laleş, Yaqob Tilermenî

Ji pirtûka Bêbaran