Kuçeya Husranê

Ez dawiya dawî bûm koçberê dîrokeke devgirtî
Ji ber hindê bênavnîşan mam wekî bê
Bi dû zarokekî qet mezin nebûye ketim
Wîzeya min tune ye nasnameya min sexte ye rê mayînkirî ne

Di temenekî de şopa çend kuçeyan dimîne bi şûn de
Ji şilbûna porê xwe fam dikim
Li wir mirov digihê barana zaroktiyê
Bêhna pûngan we bi rê dike hûn nabînin
A rast xaçerêyek e her kuçe

Di  rûyê min de wekî pîneyekî dixuye wext
Grûba xwîna hemû evînan heman be jî
Ji hev cuda ne alûleyên wan peyva wan a taliyê cuda
Li rengê çavên wan nayê xwekuştina wan

Jixwe her tim minêkar bû çewtiya wê li çarenûsa wê geriya
Xwediyê dilgeşiyên biçûk kederên mezin
Bo sîyeke bêroj birîneke bêxwîn
Evîneke din xwe kuşt di kuçeya husranê de