Zaroktiya min

Zaroktiya min kenekî nîvco bû
Di devê dergûşekî da
Li Helepçê, di paşila bavê xwe da.

Daxwaziyek pûç bû
di nav lêvên keçek cîwan da,
li tenişta Bazîdê
li tirba Xanî Baba.

Reqereqa keleşkofan bû zaroktiya min
ku ber êvaran destpê dikir
destê siban bi xwîna sor xalî dibûn
li çiya yên Qertewînê, li Tendûrekê
û li deşta Mûşê.

Zivistanên Serhedê bû zaroktiya min
rêyên zirav bû, wek maran bifitil
di nav du mêtro berfê da
hêstrê li dûyê bavan dirijiya qeşa digirt.
û gura xwîn dimîst.

Şevên dirêj bûn zaroktiya min.
di binê tendûran da, nigên zarokan,
bi çîrokên mîrza mihemed germ dibû.
xeyalên me di Çemê Miradê da dihat şûştin.

Li zozana konên reş bû zaroktiya min
biharan gul dida, payîzan diçilmisîn.
ku fîrar bi çargavên hespên reş
di tariya şevêda winda dibûn
qumando di avêt ser gundan
û heta sibê
agir dibarî ji asîmanan.

Xîzanî bû zaroktiya min
di evên re da li asîmanên zelal
stêrk dişemitîn, di ser nezaniya me ra.
Pûrteqaleki zer,
dilê me dikir zeviya kulîlkan.
bi me ra hevaltî dikir sê ro sê şev.

Diziya bostana bû zaroktî ya min.
Nigên piçûk bi gavên mezin
Rêya rojekî diçûn ji bo xiyarek.
Destên piçûk di ser sûra ra
Diqetand stûyê gulbaxana
Du hinarikên piçûk jî ji singê keçikan.

Nêçîra perperoka bû zaroktiya min
Perperokên spî, sor, zer
Bayên sivik li devlingên rizî dialiya
Em ser devkî li erdê di ketin.
Çogên piçûk diherijîn.
Ku çavên reş tijî hêstir dibûn,
Perperok bi me dikeniyan.

Birçîbûn bû zaroktiya min
Di dijminatiyê da li gundekî xerîb,
Dilekî piçûk, ji pêşa diya xwe dûr
diket pişta deriya
her şev bêdeng digiriya.
siya wî
Ji ber tendûrekî nanek didizî.
Û du siyên piçûk
Germahiya nan parî dikirin.
di germa havînê da,

Bêbavî bû zaroktiya min.
Li hepisxana Mûşê,
Di bin siya qardiyana da
Me hesretî dikuşt bi hevdû ra.
Bi simêla hişk ramûsanek dida min
Ramûsanekî hişk,
Ji bîna titûnê.
Dema destê min dixist nav destê xwe
hesinên sar winda dibûn
Disekinî zeman û...
Zindan dibû zozan.