Nameya Neşandî

Tu çû,
Kenên kelogirî
li dû te man.
Eva bû panzdeh sal
Şêst û yek demsal
Tu çû,
Em man.
Emrek e,
Bi gotinekî nayê ziman.
Çend xewn xilas bûn
Çend stêrk şemitîn
Çend baran barîn
Çend dil sekinîn...
Zarokên hînga mezin bûn
simêl badan
Çend bûk bi zaro man
Eva bû çeeend zivistan
Çiqas leyî, şewat,
Û çiqas hêsir...
Min ji bîr kir.

Te simêlên teze xûdan dayî
Kenên ji nava dil
Biratiyek bê emsal
Û bîst saliya xwe ji min ra hîşt.
Tu çû
Havîn bû demsal.
tu çû bû.
Xatir ji min ne xwest
ne te...ne jî çavên te.
Hela jî vedişêrim
Emanetên te
di nav xeyalên hevrîşim da...

kevokên spî
xeberên te tînin
ji welatên jêr
xeberên xêrê...
me bîhîst;
Te bêrî ya me kirî ye
Êêê ne hêsa ye,
Ji bîr nabin xwişk û bira
Te pirsiye hal û hewal
Silav şandiye ji bavo ra.

Ser ê me sax be.
Zûda çû wî alî,
bavê meyê kal,
eva bû heft sal.

tu dizanî
pirr kişand bavê me
derdê dostan
û dijminan.
ne ji bavê xwe têr bû
ne jî ji lawên xwe.
Bavê me yê dilovan.

Pirr ketî bû vê dawiyê.
Heliya bû.
Mêrikê mîna qoçal.
Axayê salên feodal
Siyarê hespê boz
Çevbelekê nukul poz
Nebiyê Rostemê Zal,
Mêrê roja teng
Hunermendê merivatiyê
Bavê me yê dilsoz
Dostê dosta
Kelemê çavên dijminan.
Tu jî dizanî
Mîna kilamekî jiya
Le îro tune ye,
bû xeyal
bi hesreta te çû
bavê meyê kal...

Di rojên xweyên dawiyê da
Pirr te difikirî,
Bi ber te diket.
Yek caran,
Bi dilekî şewat,
qala te dikir
û digot:
“ Tu girtîgehê
tu tunebûnê
tu dijminatiyê
zora min nebir
bi qasî çûyîna wî,
çûyîna wî ya bê xatir...”

Û dest bi kilamekî dikir
di ber xwe da,
Wek axînekî...
“ Felekê emaaan,
xayînê yemaaan
wek destmêjên devê çeman
bi çargava diçe zeman.
hezar xwezil bi wan rojan
wan rojên xwe
li dawiyê man.
û xeyalên me
hê jî rehwan...


Ku silava te hilda
Pir şa bû
Diya min
Meriv qet ji şabûna digirî?
Ew giriya,
diya me ya qehrkêş
Xwarziya pehlewana
di pazdeh saliya xwe da
bû bûka eşîrê,
dilê xwe kir kozik,
emrekî qehra me kişand
zaro anî, yanzdeh zik
teva kir meriv
Di tunebûnê da.
“ mirin ji nan nêzîktir bû
di wan salan da.”
Digo, diya me.
kela sebrê
qîza eşîrê...
ji bo te pir dua kir
pir giriya...

hela jî dibêje;
“ heyfa wan,
wan zarokan
heyfa emrê wan.
Rokî xweş nejiyan
Delalîkên dayîkan...
Ku sed Sîpan
nabin neynûkekî wan
heyfa wan
wan zarokan
Tev jî hela tehr in,
mîna xemxemokan...”

Ber dilê wî digrim
paşê,
jê ra dibêjim;
Tişta ku ew ji bonê çûne
Ne erzan e
Desmala destê xorta
Evîna dilê qizan e
Axa pîroz
Gulistan e
Carek çog dayne erdê
hezar sîpan jê dizên
Hezar can...hezar canan
Û hezar jiyan...

Û dibêjim;
Ma qey tu nizanî?
Di coxrafyayê da ciyé me
Di dîroké da navê me tune
Di çîrokan da
Berx, şivan,kûçik û gur hene
Di sêvan da kurm hene,
Em tune.
Di axa binê nigê wan da
Cendekên kalikên me dirizin
Le di defterên wan da
Navê me tune.
Ka kîjani bêjim ji te ra
Ji milazgirê vir da
em bi hev ra ne
ne cinarin,
wek bira ne...

Xwîna me ji rijiya li kozikan,
Li qeraxê tengava Çaneqalê.
Hêviyên me ji qerimîn,
Di şefeqên sar da
li eniya qafqasê.
Zarokên me ji man li Yêmenê.
Ma kilama Xûşê
çima ziviriye ser navê Mûşê?
Ka me Qoreyê ji ku dizanî bû?
Bûkên me bî man ji bonê.
“Li pêşiya Rûhayê ki çavên xwe da?”
Li Entabê ki gulle avit?
Topên Ûris kê jê stand?...

Bi kurtî çîroka me û wan
Ya Qabîl û Habîl e
Serî binî êş e, elem e, kul e.
Di dawiya hemû şerên asê da
Hêkên baza yê wan in
Para me ji sornukul e...

Le îro tu divîne.
Welat xemgîn e
Biratî ji bîr bûne
Her derê girtiye tarî,
Xizanî , tunebûn e
Tu rengê cîhanê nemaye li vir
Kok negirtiye
Evîn bê nefes,
Zarok bê girî ne
Tilili nayên bihîstin îdî,
Kûrayiyên her dilî
Gazin û gilî ne
Ba tune, baran tune
Keskesor ji nayên axa me.
Kesk tune, sor tune, zer tune...
Ev welat;
Diya zarokên tavê ye
Zarokên agir.
Îro bêagir û bêtav ma ye.

Her bajarekî me
ji koledariyê ra kela ye
Di vê sedsalê da jî,
bindestî li serê me bela ye.
Aliyek me nezanî,
Aliyek îxanet e
Di parîkirina zanyariyê da
Tûrikê me hê jî vala ye
Zikên me nîvtêr be jî
Di dila da xela ye.

Dibê ev zincirên zengarî
werin qetandin.
Serê me bilind be wek berê

Hela demekî dîsa
Sebir bike.
Em ê demekî dîsa bikişînin
van zehmetiyan
Hirç, ku birçî dimîne
Sebir dike
Kefa lepê xwe dialêse
û dizane ku
wê rojên xweş werin
Her zivistanek
ji biharekî ra avise

Ew jî heq dide min
Dibé:
“ Çi bikim lawo
Ez dayîkim, ji bîr nakim.”

...
Em jî we ji bîr nakin
Jibîrkirina we
Ji jiyanê ra îxanete
Emê bişewitin
Wî çaxê
Baranên mûsonê jî
nikarin gunehên me bişon
Kes nikare me ji wî şewatê xilas bike.

Tu kekê min î
şox û şeng, qeşeng.
Daxwaziyek me ji te heye
me ji bîr neke
Û bizanî be
Em ji hev dûr bin jî
Hîsên me wek hevin
Em birayê hevin
Diya me yeke.