Her tişt di te de veşartiye

Tu qasî kişandina erdê giran î
Qasî perpitandina baskên xwe sivik…

Tu qasî avitina dilê xwe zindî yî,
Qasî dûrdîtina çavên xwe cîwan…

Tu qasî hezkiriyên xwe baş î,
Qasî xûkiriyên xwe nebaş…

Çi reng dibe bila bibe rengê çav û birûyên te,
Ên ku li himber çawa bibîne ewê rengê te…

Jiyayiyên xwe kar nehesibînî:
Çiqas dijî bijî,
Tu qasî jiyayî ewqas nêzî dawiya xwe yî;
Û emrê te qasî hezkirina te yî ….

Tu qasî karîbûyî bikenî serfiraze
Xem nekî û bizanî be ku tu qasî giriyayî dikenî jî…

Cara nebêjî her tişt qediya,
Tu qasî evîna xwe tê hezkirin jî.

Rûmeta xweza dide te di hilhatina rojê de ye
Û tu çiqas rûmet bidî ên ku li himber xwe, ew qas jî însan î.

Ger tu rojek derew bikî;
Bise bila ên ku li himber te qasi baweriya xwe ji te bawer bike.

Hesret kişandina dergîstiyê di ronahiya hivê de ye,
Û tu qasî hesretmayîna xwe, ji wê/î re nêzîk î.

Ji bîr neke tu qasî barîna baranê şil î,
Qasî ku tav te germ dike germ.
Qasî tenê dîtina xwe tenê,
Qasî zexm dîtina xwe zexm.
Û qasî rind dîtina xwe rind î.

Aha vaya ye jîn!
Vaya ye jiyan,
Tu qasî viya bîrbînî dijî
Ger tu ji bîr bikê qasî her bîngirtinên* xwe dicemidî
Û qasî jibîr kirina ên ku li himber xwe jî zû tê jibîrkirin

Kulîlk qasî tê avdan rind,
Çûçik qasî di wîçê delal,
Dergûş** qasî digrî dergûş e.
Û tu qasî hînbûna xwe dizanî,
viya jî hîn bibî,
TU QASÎ HEZDIKÎ TÊ HEZKIRIN.

*bîngirtin: nefes
**dergûş: pitik, zarokên piçûk

Wergerandin: J. Alpîranî

Destpêk Helbest Can Yucel Her tişt di te de veşartiye