Guh nede emrê mezin porê spî

Dilê te çiqas li hev e, tu behsa wê bike!
Tu dikarî ji sibê de reş û cûnan bavêjî aliyekî,
û kaşkoleke zer bavêjî dora stûyê xwe, tu behsa wê bike!
Dilê xwe nede aliyekî, veke deriyên dilê xwe,
ji bo derbasî hundir bibin rê nede herkesên ku tên û diçin lê,
ji bo cotek çavên xweşik jî, serê xwe nexe nav axê.
Dizanim, dîsa dikarî li ser şaxekê kulîlkeke dibişkuve bibînî,
lê ku di destê te de, evîneke ku hiş ji serê te dibe hebe,
bihêle, bila di rêya xwe de biherike.
Bibare derbas be, xera bike derbas be, kî bawer nake bila neke.
Tu ji dilê xwe bawer bike,
ma ew guh nede te, kî yê guh bide te?
Mezin be, mezin be..
Binêr dest û piyên te çiqas mezin in,
maşeleh hişê te jî li cî ye,
ê ji bo nefire, çima bi dilê xwe digrî.
Baqil be, wê dilê te bide dû te,
guh nede emrê mezin, porê spî,
evîn heye evîn, ka tu behsa wê bike!

Hişê te çûye ser xêzên rû û çavên te.
Lê bifikire ku wan xêzan di dilê te de çi kolane,
ku rojeke zivistanê tu bixwazî xwe bavêjî çemekî cemidî
bimre here.
Ku daxwaza te bi belavkirina pûl û pereyan,
li gundekî masîgiran girtina masîyan be,
belavbe here..
Li emrê mezin porê spî mêze neke lo,
kî dikare te zeft bike kî,
ji bilî dilê te kî?
Aqilê xwe jî hilde wisa here,
dixwazî here dîwarek, dixwazî odeyek, dixwazî çol û çiya, lêxe here.
Li destê xwe nefikire, heta ku tu ji yekê re nehêlî ew ê jî bi te re werin.
Ku daxwaza te ji dil be, ew ê bixwe jî were,
gava tu jê hez bikî û ji bo wê bimrî..
Bijî lo, bijî û wisa here, ku tu yê bikevî axê..

Emir hatibe heftêyî jî, jiyan hîn neqediyaye,
ma tu yê biqedî?
Ku tu teslîm bibî jî,
ma tu yê nikaribî bibêjî, ez jiyam kurro heta binî jiyam?

Werger: Receb Dildar

Destpêk Helbest Can Yucel Guh nede emrê mezin porê spî