Kulîlkek

Kulîlkek sekinîbû, li wir, li cîhekî,
Mîna ku şaşiyekê serast bike bişkiviye;
Hatiye li ber kêleka devê min
Qise dike û disekine

Di dûr de keştiyek bi rengên xwe ên çîlspî,
Guvertên wê seranser daristan;
Min kulîlka xwe girt û li vira xwe da,
Lê da ku tenêtiya min bû

Mirovekî tenê di trêna hişîn de digeriya
Xwazila min tenê ji bo viya ji te hez bikira

Wergerandin: J. Alpîranî