Annabel Lee

Bi salan, bi salan berê bû
Hûn dizanin
Keçikek hebû
Di welatek behrê de dijiya
Navê wê Annabel Lee;
Ji hezkiriniya me ya hev û din bêtir
Tu tiştekî ne difikiriya.

Ew zarok, ez zarok, welatê me
Ew welatê behrê bû
Ji dilketinê bêtir evîndarên hev bûn
Ez û Annabel Lee;
Milaketên ku di ezmanan de difiriyan jî
Pexûlî dikirin ji me.

Ji bo vê yekê rojek ew nezerî bû
Di wî welatê behrê de,
Cemidî ji ber sira ewrekî
Rinda min Annabel Lee;
Ew girtin dan ser destan û birin
Ez tenê li wir hîştim û çûn.

Gora wê niha li wir e
Li wî welatê behrê

Em ji milaketan zêdetir serfiraz bûn
Wan jî pexûlî dikirin ji me,
Belê, ji bo vê yekê herkes şahidê min e
Û welatê behrê jî
Ji ber sira ewrekî şevê
Cemidî û çû Annabel Lee.

Di hêla evînê de kî dibe bila bibe
Ên ku bi sal û ceribandinan pêşda jî
Nedigîhiştin me
Ne milaketên heft qat li ser ezmanan,
Ne cinên bin behran,
Tu yek nikare min ji te biqetînê
Rinda min Annabel Lee;

Hîv tê şewq dide, xeyala te mezin dibe
Rinda min Annabel Lee;
Hemû stêrk wek çavên te diçûriskin
Rinda min Annabel Lee;
Li wî deravê har
Cihê ku tu lê razayî
Bi şevan
Vedizelim, li benda te disekinim
Evîna min, evîna min, jîna min, bûka min

Wergerandin: J. Alpîranî