Pirtûka kujerên Newrozê

ehuseyni1. Newroz e, Şervanên azadiyê govendê digerînin… Newroz e, Kujerên xewna min bi stranan ditirsînin… Newroz e, Şevistanê dikujin û ronahiyê direvînin… Newroz e, Reşgirêdana dayikên şehîdan dilorînin…

2. Berî ku we bibînim berî ku Newrozê di rengan reş de binixumînim berî ku kilîtên buhuştê ji destê Xwedê birevînim… berî ku, we li ser çermê dilê Kurdistanê binivîsînim… berî ku we bibînim Dixwazim agirê cejna we bi ruhê xwe vêxînim!

3. Ez helbestê dinivîsînim Helbesteke azad Lê mixabin helbesta min di êşê de dişewite…

4. Min dixwest gulekê diyarî te bikim lê guleyek hat û destên min bi xwe re bir! Min dixwest ji te re bibêjim: Newroza te pîroz be lê kêrek hat û gewriya min jêkir!

5. Zimanê roja reş bi min re ye, pinpinîkên êşa te jî bi min re ne Goristanên te dihejmêrim Qîrînên te bi bêdengiyê girê didim Xwîn diherike Rastî nayê gotin Rondik sondê dixwin Rûbarên te venagerin Dest ji velerzîna axa te nagerim… Bager diêşe Baran diêşe pencereyên dilê min jî diêşin Hisiçayê!

6. Tu pirs î Tu bersiv î Tu xewn î Xewnek e tijî mirî birîndar û tijî AVDAR î!!!

7. Kujer di xwîna te de ye Kujer di qîrîna te de ye Kujer li ser zimanê te ye Kujer li bin esmanê te ye Kujer li ser çermê te ye Kujer ber termê te ye Kujer di hinavên te de ye Kujer di silavên te de ye Kujer di ava te de ye Kujer di gava te de ye Kujer di nanê te de ye Kujer di canê te de ye!