Pirtûka Kobanê

1.
Porê te yê reş û dirêj
bi alî kîjan azadiyê ve dibeze?
Destên xwe
ji mirina min daweşîne,
û careke din
ji min re, welatekî
di azadiya porê xwe de bibîne!

2.
Dilê xwe
bi ava destên te dişom
Zimanê xwe
bi agirê navê te dibirêjim…
Bi tîrêjên rojê re
ji bînahiya çavên te re
dibêjim:
Tu Kobana xewna min î!
Tu sertaca Kurdistana min î!

3.
Pasvanê çavkaniyên eşqa te me,
Rêberê hespên te yên serberdayî
me,
Çavên te vekirî dihêlim!
Tilîliyên te bi xwîna xwe av
didim!
Keskesorekê ji gerdena te re
amade dikim…
Her ku bang dikim KOBANÊ!
Mirina xwe
bi jiyana te şa dikim!

4.
Li gulekê digerim
Da ku şopa maçên te
l ser pelên wê bibînim!
Çavên te ji toza metirsiyan
Dadiweşînim!
Xewnên xwe
wekî nimebaranê
bi ser hinarikên şevistana te de
direşînim
û di dawiya hawara te de
KOBANA ji tîrêjên berbangê
dibînim!

5.
Lê binêre
Çawa di nav pêlên azadiyê de
avjeniyê dike?
Li sê koşeyên evînê
serkêşiya bahozan dike,
Neviya rojê ye…
KOBANA Xwedê ye!
Ruhê min li cem wê ye!

6.
KOBANÊ!
Silava mirinê
Li mirinê vegerîne!
Agirê vê nasnameyê
bi nermika
destên xwe vemirîne!