Pirtûka xweragirtinê

1
Bila destên min 
balgeha bin serê te be!
Bila çavên min gula sor be, 
nîşana ser sînga te be!
Bila helbesta min jî pêl be, 
pesindarê xwîna te be,
Bila dilê min kevirê ber dilê te be!
Bila em tune bin 
lê tu her û her hebî!
Qamişloka me bî!
 
2
Ji pey şopa we venagerim...
Ji boyî we mirina xwe gîro (Tacîl) dikim…
Ji boyî we nema ji xwe hez dikim...
Ji boyî we nema azadiyê dixwazim...
Ji boyî we nema di xewnan de radizim...
Ji pey şopa we venagerim...
Û ji boyî we, ez ê xwe piçekî;
Di rûyê konên reş de ragirim!
Ey şehîdên welatê min,
Ez ê vê axê bi nifiran dagirim!

3
Ji te hez dikim...
Nizanim çima?
Tu sirûd û strana min î...
Tu stêrk û karwanê min î...
Tu Yezdan û Qurana min î...
Tu xweştirîn welat î!
Ji te hez dikim...
Çunkî tu xweştirîn mirin û bobelat î!
 
4
Ewrên evîna xwe bi ser min de bibarîne,
Da ku piçekî giyanê min ê zuha şil bibe!
Lêvên xwe yên ji lale û beybûnan, ji lêvên min dernexîne,
hetanî ku azadî ji bîbika çavên Rojava, hil bibe!

5
Vê şevê,
Defterên çavên te û sûlavên genimê te 
Defterên helkehelka hespên te yên serberdayî 
Defterên aşiqên êşa te ya ku di seqema navê te de dilerizin 
Pencereyên nalîna te û awirên esmanê te
şkestin û têkçûnên te, şevbuhêrk û çîrokên mirina te, vedikim,
vê şevê,
Tu kes ji bilî te di rastiya min de naçurise ey bêrîkirina min!