Vê sibehê, li te digeriyam


1
Vê sibehê,
li te digeriyam,
li şûnşopa nalîna te,
li karwanê bîranînên te,
li genimê sirûda te ya ji bendemanê,
li kevirên aramkêşana te,
li keskê goristana te, li rojçêbûn û rojmirina te,
li rawestana te ya li bin baranê, li binefşa lêvên te,
li reşgirêdana darên sînga te, li penagehên bîra te,
li dastanên birîna zemîna te,
li kulîlkên reş ên hinarkên şevistana te digeriyam!
Tu bi karwanan re di ser laşê min re dibuhurî
û ez jî li pey te digiriyam!

2
Vê sibehê: ji bo Afat!
Dema li bargehên bêrîkirinê dilê xwe dikim bi qurbana hêviyan û toza bajaran ji ser bijankên xwe vediweşînim,
tenhatî perên xwe vedigire û bi hezaran darbestan ji xewnên min direvîne.. Dema ku ewrên zaroktiya me bi ser bajaran de digirîn, tenhatî li pêşberî me rûdine û li dojehên çavên me dinêre. Dema ku tenhatî li ser keviya zimanê me bi tenê dimîne, sibehên me ji me dixeyidin û xwe davêjin bextê esmanekî şîn!

3
Derengî şevê ye,
derengî jehr û derengî bîranînên kevirên keleh û bîrê ye!
Li Deriyê Çiyê dinêrim û bavê xwe bi destên xwe yên ji tûtinê dixeniqînim.
li velerzîna diya xwe û li çîrokên kuştina xwe vedigerim û eniya dîrokê ya ji bobelatan radestî sêdar û mêrxasên Pîranê dikim. Ji Amedê derdikevim û di Amedê de werdibim û ...Şêxekî ji tozê di hembêza xwe de radizînim! De lorî Şêxê mino lorî!!!

4
Vê sibehê, min di sîtava Deriyê Çiyê de, bi sedan bejnên bilind ên ji sirûdên nîvçe, gulebarankirî didîtin. Sazbendan serên xwe diçemandin û dastanbêjan jî dengên xwe bi kêrên nehwirînê dikuştin. Bazekî birîndar esmanê Amedê bi ser birîna xwe de dirûxand û ji mirina xweşmêran re digot: roj baş ey mirin! Li Deriyê Çiyê,... baranê, ji bilî kirasê dayika min, tu tişt nas nedikirin...