Sibehên ferhenga êşê

1
Vê sibehê,
zerkeziyên payîzê ji ber çavên ronahiyê vedişêrim,
Tu ji min re behsa hinarên mêxweş ên bîranînê dikî,
Behsa rêber û sînorên asê yên dilê xwe dikî,
De mohra xwe li rûpela spî ya dilê min bixîne da ku derbasî axînkêşanên welatê te bibim,
Xwe bi ser êşa min de biçemîne da ku mîna gulhinaran li ser lêvên te bipişkivim,
Bîna axa xwe bi ser min de daweşîne,
Da ku vê sibehê di nav destên te de ji dayik bibim..

2
Vê sibehê,
Li welatê min ê ji hemî welatan xweşiktir,
24 bîşeng xatir ji daristanan dixwazin..
24 kûviyên berfê xatir ji çiyayan dixwazin
24 zavayên azad xatir ji bûkên sava dixwazin..
24 çemên pêdar xatir ji peravan dixwazin
24 gulgenimên zêrîn xatir ji zeviyên xewnê dixwazin
24 dilên germ xatir ji evînê dixwazin..
24 lehengên kurdistanê di dilê min de govenda jiyanê digerînin..

3
Vê sibehê,
Çûkên zimanê te li xuşîna daristanên şewitî û li guveguva bayê kur dipirsin?
Nalîna te û êşa min hevûdû himbêz dikin.
Bajarên me çavên xwe dikutkutînin,
Kurtepistên bageran bi dawî nabin,
Payîz e welato!
Bîna axê ji xwîna te difûre,
Banga azadiyê di gewriya te de asê maye!

4
Vê sibehê,
Were!
Keriyên xwe yên sergerdan û êşbar
Li deştên zuha yên laşê min biçêrîne!
Were hemî bager, afat û bobelat û erdhejên xwe di sînga min de daçikîne,
Û wisa sivik, wisa narîn, wisa xweşik, ber bi esmanê azadiya xwe ve bifire..
Were, bila tu dayika şewatan û bindestan û dayika xewnên min ên beravêtî bî!!
Were tu Wan î!!
Tu ji mêj ve taca serê Kurdistan î.

5
Vê sibehê,
Ferhengên we, pirtûk, lênivîs û pênivîs û elfebeyên we; jehr in..
Kovar û rojnameyên we, televîzyon û radyoyên we, bername û bêjerên we we; jehr in..
Dibistanên we, zanko û xwendexaneyên we, dersxane û mamosteyên we; jehr in..
Ramanên we, hizr û boçûnên we, felsefe, çand û şaristaniyên we jî jehr in..
Buhujîn, bişaftin û û asîmîlasyonên we jî jehr in..
Vê sibehê,
Hûn kezeba xwedê reş dikin hey serdestino!!

6
Vê sibehê,
Ji pêjna dilê te yê ji kevir te nasdikim ey mirin!
Hatina te ya ji nişkê ve, bahozên te yên ji kêran jî nasdikim ey mirin!
Tu xewnên welatê min didizî,
tu dayikên welatê min ji reşgirêdanê re amade dikî,
tu esmanê welatê min tijî xatirxwestin dikî,,
vê sibehê,
serê min li ser sînga te ditevize ey mirin!

7
Vê sibehê
Çiyayên welatê min ên ku ji jena giyanê min in, ji kevir in..
Şervanên welatê min ên ku ji goştê xewna min in, ji kevir in..
Dayikên welatê min ên ku çavên min in, ji kevir in..
zarokên welatê min ên ku ji keserkêşana
xwîna min in, ji kevir in..
vê sibehê
dilê min di nav destên te de ji pemboyê eşqê ye.

8
Vê sibehê,
Pêlên xemgîn ên payîzê ber bi peravên bendemana te ve tên û li cendekê xewna min dipirsin,
Nexşeya dilê min di xwîna xwe de digevize,,
Darbesta min di zersosinên şehîdan de dilerize,
Tîpên te bêdeng dibin,
Kevokên te bêdeng dibin,
Bagera payîzê jî, serê xwe datîne ser milên Kurdistanê û çîrokên xatirxwestinê ji Zagrosan re dibêje!

9
Vê sibehê
Tu rîhan î, tu bi avê re şer dikî,
Tu reşgirêdan û niştiman î, tu bi her çar rexên şînê re şer dikim
Di nav destên min de, toza bîranînê dinale,
Li ser zimanê min ê jêkirî navê te yê qedexe hişîn dibe,
Şopa te wenda dikim,
Miriyên xwe ji bîr dikim,
Wateyên hebûna xwe di xweliyê de dihêlim
Û pinpinîkên bendemana xwe hînî çirayên evîna te dikim..

10
Vê sibehê,
Barana payîzê nerm e,
Destên te yên ku pêşwaziya ewran dikin, nerm in,
Çûkên peyvê yên ku ji ser lêvên te ber bi esmênê dilê min ve difirin, nerm in,
Porê te yê ji zerê êşa min; nerm e,
Vê sibehê,
Di dara payîza evîna te de şaxek im,
Zer dibim,
Hişk dibim,
Têm ku biweşim..

11
Bo Luqman Ayebe, Demhat Dêrikî û Mihemed Ronahî
Doh, seet 02.32 ê şevê,
dilê min li ser balgeha spî ya nexweşxaneyê bi tenê dima..
Doh, dilê min wek nêrgizekê di neynika şevê de li ba dibû,
Doh, bêrîkirina min li bin tava heyvê diçurisî,
Doh mirovekî nazik,
mirovekî ji nişteciyên giyanê min
di pêlên hesreta min de ne amade bû,
Doh, min bi tîpên ava şor,
çavên xwe di pirtûka evîna te de nivîsandin.

Ji Azadiya Welat hatiye girtin