Sê Şar in Lê Digirîn

DIYARBEKIR

Bîranînên te,
ji sorekî serhişk in
Çend stêrkên xewrevînê,
wek evînê
Bîranînên te
bi neynûkên matmayînê
ji kelmoza birînê, der bûbûn
Goristanên xunavgirtî
di hilma serbazan de,
Xaniyên hedana te,
bagerên reş in,
kolanên pirsokî,
bi bendemanê serxweş in,
bazirganên gerdeniya te
zirnevan û semageriya pinpinîka te,
û qirêja darên hejîrê, tu û şîn- şeva spîndara
dilê xwe
Esman û niştiman
di payîza bêrîkirinê de
zer bûbûn...
Birûskên te, nimebarana kovanê
Dahola çiriyayî bi cinihê ziriyanê
Qirçeqirça tîpên te di nav pencên tozê de
çepkên te yên xav û zelûl,
bi dû termê dozê de
Gava mirin di çaraliyên taristanê de
li te digeriya!!
Gava Behra Wanê, bi poşmanî, kefenê te
li xwe dipêça û digirya!!
Gava roka ber êvarê radest bûbû
li hemberî xweşikbûna çiya!!
Û... ! !
Gava di ser dev re çû ... berû
Tu ji xewna tal rabû
Te biskên rabirdû hûna! !
AMED!!?
Me tu bi şîr û şekir xwedî kir...
Me tu di himbêza gulê de kedî kir..
hê me baskên te
bi binefşên girî venegirtibûn
Tu bûyî wêrangeh û xopana Diyarê Bekir..
De rahêje agirê nanê xwe,
Simbêl badana bapîrên xwe,
Raz û mamikên ava xwe!
De bilezîne,
Destên xwe rapelîne li zinarên nava xwe!
De bi nermîn şiyar ke ji westanê gava xwe!
De tovên biyê li wî alî sînor şa ke bi silava xwe! 

MEHABAD

Tiliyên xwe,
yên ko
Tirî û kevokên serjêkirî
nas dikin 
Ji paşila dîrokê werîne der...
Mûristan e,
teqiyaye di bişirîna te de
Dil û can e,
şîn hatiye di qîrîna te de
Çarçira ye
Çûra gura ye
Xura mila ye
serdar û sêdar
Û gundên te çirên rojhilata xemgîn
vedimirînin...
Penaberên eşqê ne, di simbilên xewnê de
xwe libakirina te dibînin...
giyanan di kefikên demê de, bi alî goristanan de divirvirînin...
Ji guhên xwe bipirse:
Bê bi çend zimanan me axîna xwe
wergerandiye mirina reş!!?
Ji çavên xwe bipirse:
Bê bi çend keskesoran şil bûbûn
kêl û kêstekên darbesta geş!!?
Lêlê Sebrê!
Tu bi tenhayî di algûşkên şevê de
Dikulkulî,
diterpilî di lingên revê de
Pêşewa yî, leheng û keye yî
"Di olimpiyada xwedê de"
De rabe Qazî!
Wêneyên kevnarî yên veşartî werîne der
ji qewlika Qur´ana xwe
Li ser dêmên penaberan dawerivîne
tav û peşkên gumana xwe
Rabe!!
Îro du şev û du roj in
ko Sebrê
Bêyî stêrka sibê
Tî ye
Birçî ye
bihar li piştê
De rabe!
Hê seqemê evîna te
di rehên wê de nedîtiye.

 

 

 

QAMIŞLO

Deng bi deng
Ji tembûra te
dipijiqe ceng..
"Şenga min, Penga min"
Û sor
bûye heyvanê reng...
Te em dahijtin çîrokan
Bîrek bê binî bû,
Kovan û şînî bû,
Ciwanî pîr dibû,
Digel keziyên pîrebokan...
Her ko li serê çiyan
dibû êvar
Te kadiz
bi dizî dixwar..!
Her ko kulîlkên niştiman
li Toros dibûn bi qurban
te heyv
di şeva rêberan de
bi ser zil û qamirê de dianî xwar...!
Te piştiyên bendemanê hildigirt
Havînê di xwêdana te de,
bîna xwe radigirt
Tirêna ronahiyê
di hinarikên te re, dibuhirt
Lê te lêva xwe
di rûyê maça me de digirt..
...............................................
...............................................
Tu çawan
xew dikî?
Tu çawan
xewnan dibînî?
Tu çawan
şevê hew dikî?
Tu çawan
digirî û dikenî?
Tu çawan
guhdar dibî?
Tu çawan
bê bihar dibî?
Ne xem e gula min a qedîfeyî
Sê par ji hebûna te
Nêzîk dikin dûrbûna te
Sê par ji barana te
Nêzîk dikin gulvedana te.