Nimêjgeha Xewnê

Dîsa
bendergehên xemgîn ên giyanê min,
pêşwaziya pêlên kenê te û dilsojiya berbejn û
bazbendên bejna te dikin.
Dîsa
pencereyên şînîgir ên dilê min,
pêşwaziya tîrêjên hetava peyvên te û
serava çolistana zuha ya gazinên te dikin.
Dîsa
gulên xewnê rengên xwe ji lêvên te,
bêhna xwe ji sêvên te, didizin.
Dîsa
zîvên gerdena Zînê di şemala gerdena rojçêbûna te de,
di helkehelka raz û nehêniyên dûrbûna te de, dirizin.
Dîsa
şewatên ferhenga bîra min,
''serxet'' û "binxet" û tirsegavên bêrîkirina dapîra min, sertaca Amûdê ji boyî rondikên xatirxwestinê hildibijêrin.
Dîsa
bendên axê, bêhna rîhana destê te û pirtûka êşa stêrkên sînga te,
çîroka aferîdeyên ji tozê, ji miriyên xoşewîst re, dibêjin.
Dîsa
hineya porê te, di asoyên sersomiya min de,
sawa şevistanê ji bîr dike.
Dîsa
bişkojên bişirîna te; ji nişkê ve, nermebarana nêrîna te, paytexta seferê pîr dike.
Dîsa
wek dara hinarê ya ji westana dayika min, li xuşîna rûpelên zimanê te digerim.
Dîsa
wek çûkên destê sibê, li ser şaxên metirsiya te, di bêhûdeyiya navê xwe de, radiperim.
Dîsa
zingîna zencîran pêşkêşî semageriya tozê dikim.
Dîsa
leşkerên pêxêra dîroka te radestî xencera dozê dikim.
Dîsa
xweliya dengên xwe
û bêzariya rengên xwe
û giryana cengên xwe
li ber lingên te radixînim.
Dîsa
çira hevdîtina mişextên mirî
bi dudiliya duryan û bi kêlîkên velerzînê,
bi nehwirînê, dişikînim.
Dîsa
di kavilên xwîna xwe ya windayî de
di wêrana birîna xwe ya rizyayî de
di dûmana axîna xwe ya serberdayî de
qebqeba kewên te,
desthilata dewê te,
êşa berberoya te dikişînim.
Dîsa
pişta xwe didim dilovaniya ava te û berê xwe didim reştava te û bîranînên reşekonan bi melhêbên girî didêrim.
Dîsa
Wek çavkaniyeke kûvî,
ji keservedana te der diçim
û di zeviyên matmayîna te de,
di sirûdên zayîna te de, diçêrim.