Kulîlka Şevistanê

Xuşîna darên şevê di sînga bîranînên te de dihêwirî
û stêrkên xemginiya me ji bêdengiya gavên dudil ên sirûdê şerm dikirin.
Min Amûdê di çavên te de mîna çirusîna dîrokê didît ,
di asoyên xewna kuştî de, hozanên mirinê li pey me wek destanên bêzariyê diherikîn,
û pasvanên evînê di sînorên birîna me de wek bêhûdeyiyê direqisîn,
zimanê min li te nedigeriya, ferhenga min têra êşên te nedikir,
min hawara xwe li xwe dipêça û derbasî goristana dilê te dibûm,
min di dojehê de kulîlkên şevistanê hembêz dikirin, min bi agirê gazinên te dilîst û min xwe bi guleyên bêdengiya te dikuşt.
û min navê xwe li ser destê te yê ji tirsê bi pênûsa baranê dinivîsand.
Çiya bi ser bişirîna me de diketin,
kolanên paytextên qedexe li me dinêrîn û jena nemanê di velerzîna awirên me de ji ber dikirin.
Pirsên şevê ji dayik dibûn, li ser devê sînor hinarkên dayika min ji dayik dibûn, xalê min di çavên te de wek qublenameya sosretê ji dayik dibû, ez jî di sînorên bêdengiyê de wek helbest te ya dawî ji dayik dibûm.
Min çiyayên xwe yên ji bendên pîrozmend ên taristanê spartin karwanên sergerdan ên kenê te,
û min xwe radestî pêlvedana şeyda û aziryayî ya Firatê newqa te kir.
Di şevistanê de, rexên hişê te dizingiyan, xatireyên dengê te ber bi deryaçeyên bîranînan ve dipêliyan û Amûda min, mal bi mal, girî bi girî, kuştin bi kuştin, kulîlk bi kulîlk ji gerdeniya te diweşiya.
û welatekî ji axînkêşana narîn,
Welatekî şînîgir lê pir şêrîn,
Welatekî ji dayikên reşgirêdanê lê pir serhişk,
Welatekî ji peybûnên xwînê di nav destê te de dixeniqî.
Rojçêbûna min di nav destê te de dixeniqe!
Kulîlkên şevistanê li ser lêvên tirsê geş dibin
Û lehengên çiyê bi serê efsaneyê sond dixwin:
Bi çavreşan sond dixwin,
Bi esmeran sond dixwin,
Em şopezanên evînê ne, em şevistanê hînî rondikan û bêrîkirinê dikin,
Em û kulîlkan bi hev re nimêja gulvedanê dikin,
em şevistana şîrê şîniya şêrîn in!
Xuşîna darên şevê,
bêdengiya ji hesin a lêvên sirûdê, dilbijîna mirinê,
darbestên nenas ên balindeyên bêrîkirinê
û ji Stockholmê hetanî bi Londonê, bajarên tirsa sermedî vedixwim.
Te vedixwim, te pêşkêşî sirûdan û tenhatiya dilê xwe dikim.
de dergehê şevistanê veke, peyvan baskokirî bi ser min û helkehelka rêwiyan de bibarîne,
de kulîlkên şevistanê hînî paytexta dilê xwe bike.
Û min jî hînî şevistaneke bêreng bike!