Kulîkên Sirûdê

Gulek ji narinca keservedanê û ji rengê efsanewî yê agierê sînemeya ko bi rondikên payîzê û bi nehwirîna ji kevir û bi hawarhawara şînîgir a dayikên Amûdê hatibû vemirandin, pêşkêşî keviya kêla reş a vê bîranînê dikim.

Hey guliyên êgir!
Hey dastanbêjên ko wê êvarê xewnên dayika min bi ewrên dûmanhilgir ên gunehbariyê dişûştin
û berbiskên evînê bi bêhna cegerdar a çelmisîna kulîlkên bejî dixemilandin!
Bo çi hûn destên ji beybûnan ên van giyandaran hînî xatirxwestinê û goristanên sawdar hînî heyvên poşman ên reşgirêdanê dikin?
Bo çi hûn baskên şevê yên ji xwelî û dîlokan,
yên ji perenga bêrîkirinê, bi ser matmayîn û sergerdaniya me de vedigirin?

De rexên bêrex ên melevaniya di êgir de bo sînga serdemê hilbijêrin û deryaçeyên tîndar ên xewnê bi lêvên zuha yên payîzê ji bendemana dayikan re bibêjin!
Ji landikan re lorînan
û ji balgehan re çîrokên oxirê bibêjin!
Ji kêran re xwîna nûrijyayî
û ji berxikan re sirûdên mirinê bibêjin:

Haaa li vir, di nav xêzên xilmaşbûyî yên vî agirê pêldar de, pênûsên ji gulava demê pêşkêşî tiliyên qederê dikim û ferhengên veçiryayî yên temenên xwe bi çîrokên bendemana dayikan dineqişînin.

Haaa li vir, li ser rêçên ji dastanên dûmana zîvîn, mirina stêrkên rijyayî yên çavê xwe bo bêdengiya kêlên spî radigihînim
û goristana bajarê xwe hêjayî serdanên rûperî û karexezalên ji seravê, dikim.

Li ser eniya te ey mirin, navê xwe yê ji kevir û ala xwe ya ji sawê, bê xwedî dihêlim
û ber bi dastanên dastana we ve têm ey rexên sincirî yên serpêhatiya giryanê!
Di vê êvarê de,
êvara ji agirê bê nan û xwê,
min xewna xwe bi nermebarana payîzê radipêçand
û min destên hevrêşimîn ên xatirxwestinê yên dayika xwe li cî û li ber tavê dihiştin
û min pinpinîka birîndar a eşqê li ser zersonên lêva zuha ya xwişka xwe xilmaş dikir.
Diçûm û di pêlên dilovan ên dûkelê de winda dibûm..
Diçûm û min laşê xwe yê ji kirîstalê li paş pencereyên bendemanê ji bîr dikir..
Diçûm û şaneşînên şîn ên zaroktiya min di sîbera gurînê de dixeniqîn..
Diçûm û desthilatî,
Diçûm û tenhatî li ser çavşînka mirinê dibiriqî..
Diçûm û dibûm ardûyê şoreşan..
Diçûm û dibûm talana serxweşan..
Diçûm û dibûm xelata zikreşan..
diçûm û li ser lêvên Girê Şermolayê wek roka ber êvatê şîn dihatim..
diçûm û rojên pêncşeman wek rivîna di asoyên sosreta sînoran de hilnedihatim
diçûm û reşekonên poşmaniyê dev li tiliyên rojan dikirin
diçûm û tirs û metirsî li hev ewle nedibûn
diçûm û wek xewna bavê xwe
carekê bûm
û sedcarî nedibûm.

Lê tu ey agirê bê nan û xwê!
Bo çi tu wisa nêzî velerzîna Amûda min dibî û erxewana hawarê ya dayika min bi zixtên taristanê dinixumînî?
De van welatan di toza bêrîkirinê de raperîne û dilê xweliyê bibijîne reşgirêdana sirûdan û zingezinga xwînê ber bi kavilan ve rakişîne!
De peykerên ji çîveçîva çûkan wek qublenameyên êşê ber bi hişê daran û axê û kevirên reş ên bîranînê ve bişîne.
De xwe li hêviya rexan ragire!
De şevistana Stockholmê bi darbesta birayê xwe û bi firmiskên dara tûyê dagire!
De gulên xwe bi ser efsaneyê de bireşîne û serê xwe di nav destên xwe de ragire, ji rexan re bibêje:
Hey hawar!