Ji We Vedigerim

1
Ji we vedigerim
Bêzar, wek ala we,
kovandar
li ser serê tiliyên poşmaniyê
Geh wek hiriyê
Geh wek heriyê,
Li berbejna xwe digerim
Velerzîna xwe
bi ser gerdena we de
dirijînim
Dîn im...Dîn!
Asîtankên we bi awazên girî
Bi terkên çengelê derî
Bi nermebayekî hişk
Bi şiverêçên mirî
divejînim..
Bi gavine tewş
Bi viyaneke piştxûz,
xwe davêjim qolinca bextê we
Bi lavlavê
Bi lepên silavê,
cergê we diguvêşim..
Demsalên qonaxê,
tevn û ristên çax û axê
ji westana çavên we dikêşim..
Ji rengên bazbendên we,
Ji deng û halana govendên we
difûrim
û
dibim
çar sînorên bi rim.
Di kurtepista pêşwaziya we de
dibim
gumegum
Zimanê biharê
ji şikefta devê we hildikim
Sîtav û xeyda êvarê
bi ser lêvên we de dadikim
Ji keviya kula we
ta aviya sorgula we
wek taya sar dilivim
Dimirim...
Dimirim,
wek tim,
û ji we vedigerim.

2
Ji we vedigerim
Ne helbest im, pasvanê nîvê şevê me
Ne pêtî û pît im,
xweşmêr û siwarê revê me
Spîndara perşkestî,
ji kesaxa bagera we me
Hawar û şevpestî,
ji bîn û dûkela daxa we me
Bi giyanekî pînekirî,
bi nêrkewekî sincirî
Bişirîn girêdayî
Niyaz çiryayî
Kelegirî
Wek kulî
bêrîkirina xwe,
li ser zer simbilên sînga we
datînim
Şîrikê salnameya xwe
ji bejna genimê we dimijim
û ji raperîna toza pêşenîka we re
dibêjim:
Ji we vedigerim.

3
Ji we vedigerim
Çemekî zuha û bê kevî
Li çavkaniya xuşexuşa hêsirên we dipirsim
Bi şîrê kovanê xwedî dibim
Li nik leylanê,
bi ava mirinê kedî dibim.
Kurê we bûm
Kurê we me
Ez dê kurê we bim
Babelîska şeva herdemî bi xwe re
birim
Ji pêxîra kunciyên bejî,
ji himbêza garis û perparê rakirim
Zengilê çol û qiçînê
ji gunehkariyê rût kirim
Mîna xwêya Rehbê
We ez bi ser birîna bayê hênik de
werkirim
Xwe bi çavşînka we digirim
Û beriya ko di cenga xwêdana we de
bimirim
Ji we vedigerim!

4
Ji we vedigerim
Di hilata peyvên we de axîn im
Di lebata bêdengiya we de teqîn im
Hela de werin!
Rûpelên vê ferhenga zorbaz, zo zo biçirînin!!
Hela de werin
Vê xwîna kevzgirtî
ji xwelibakirina mûmên xemgîn, dawerivînin
Hela de werîîin!
Xwedayekî cegerdar
di pirtûka hişê min de, biaxivînin!
Min û zaroktiya wan kolanên tirsgirtî
ji nav lapûşkên vê seqema dadayî,
birevînin.
Hela de werin
Di neynika darbestên we de
li termê xwe
dinêrim.
Çavên gerdûn dihêrim
Û ber bi dojeha navê we de
Diherim.
Da ko ji we vegerim.

5
Ji we vedigerim
Di çêregeha bêrîkirina we de
wek gur im
Birçî û bê cî,
li kavira bîranînê digerim
Mit û matî
ji min diherikî
Çirên şkestî yên kuçe û kolanan,
Perdeyên qalind
û giraniya taristanê
Hevalên bê cigare,
pirtûkên qedexe
Evîna bi dizî,
şevbuhêrkên bê ser û ber,
mûzîk û helbest û keçên dudil,
Û tavsorka êvarê
ya ko bi xatirxwestinê diperitî..
Helbestvano!
“Beriya ko şîniyên te bibuhurin,“
Beriya ko
nav
û gav
û tav
û hevoka reşgirêdanê
di hişê te de bidirin.
Ne
xem
e,
Tu ji mêj ve
min dinasî
Tu dizanî dê çi bibe,
eger bête der ji mehrebaniya avê masî?
Ne
xem
e,
Çiya dibû bela serê me
Gezo diket her dera me
Qamîş û qamir
Dû û ardû,
Kon û heyveron,
girî û xwelî li ser eniya me
şîn dibûn..
Dema ko ji we vedigerim
Asoya xwîntal
û bajarê we
bi bend
û revendan
dîn dibû..

6
Ji we vedigerim
Wek şîrekî sar
ji guhanê êşa we dibarim
Min qelş û qeşmûşka lêvên we
bi hêsirên xwe
xêz dikirin
Min dîroka xwe û çîroka we
li bin siya birînê
rêz dikirin
Digeriyam
Her û her bi tenha xwe dimam
Min qurtek ji ava dirankiroska we
Min xewa Rono ya bê balgeh
Min porê Rono yê bê şeh
bi cîhanê neda..
Min xwe ji tevzînokên pêxîra we
Min xwe ji tûjbûna devê kêra we berneda
Û ji nişkê ve,
xweliya we werdigirim
Û bi azadî, li agirdanka gulberoya we
vedigerim.