Beybûna Axînê

De ber bi xêzên xwekuştina xuşîna ximava ji xwelîrengiya sirûda xwe ya seridî ve were ey şahsiwarê şevistana dilê ji şaneyên şewatê!
 De hil be,
de wek hîva li ser eniya welatê xwe yê ji dûmanê kul be ey xweşmêrê bagera westan û derengmayînê!
De xetîreya mirina xwe ji destê zinaran birevîne û temenê min ê ji morîkan ji bo yî gerdena roavahiya xwe,
wek spardeyekê, radestî bêhna xwînê bike!
Pêdariya xwe,
comerdî û qehremaniya xwe
û şengebiyên xwe
bi rojçêbûnên hesretê binixumîne û kevirên havîna xwe di sînga min hînî jena durêyên bîranînan bike!
 Dara tûyê ji hêsrên min daweşîne û li bin siya axîna min êlên xwe yên rûreş hînî bargehan û bînvedanan neke.
 Asîtankên kîna xwe ji ber çavên serdemê veşêre
û kêra xwe ya ji xewê di mista min de ji bîr bike.
Kilîtên xwe yên ji tozê
û xaçên xwe yên ji bawişkan radestî pasvanên xilmaşiyê bike
û ber bi min ve were,
ber bi agirê min ve,
ber bi xweliya min ve,
ber bi darbesta min ve,
ber bi helbesta min ve,
ber bi gora min ve,
ber bi bêrengiya kêla min ve,
ber bi ximav û xunav û sîtav û gava min ve.
 Were û rêçên cenga xwe ber bi re‏‏reşebayên mirina xewnê ve rakişîne,
ewrên xewnê di esmanê çavên xwe de bikuje
û govenda serkeftina xwe ya têkçûyî ji xwîna rûbaran re bibêje.
 Dilê xwe bibijîne sorgula lêvên hevalê xwe û vê zemîna bêsirûd wek pirsekê di axîna birayê xwe de daçikîne.
Ahengên serkeftina xwe ya têkçûyî bi reşgirêdana pinpinîkên azadiyê bixemilîne
û ber bi ferhenga sor,
ferhenga xwîna min û xwe ve were!
 Şîreta dapîran e,
xwe ji ber pêlên ramanên xwe nede alî,
demsalên xwe bi nifiran bişewitîne
û mija xwe,
reşekuja xwe,
dudiliya xwe,
bêzariya xwe
di bergehên revyayî yên dîroka xwe de biçîne.
 Dereng e dilo!
Barana te wek nûçeyên te, tal e, hesin e.
Hêsrên ji kevir yên dayikên ji kevir
wek şoreşa te ya beravêtî,
xemgîn in,
bêtîn in,
birîn
û
dilrevîn
in.
Ava dengê te ya ko rûpelên wê hêjayî nexşeya kurdistanê bûn, aniha di avgîrên ramanên birakujan de genî dibe.

Tu yê bi ko de herî ey hespê reş ê pesindana çiyayên tolgirtina sermedî? 

De were
baskên xwe bi ser kêferata vê şevê de vegire
û mizgîniyên xatirxwestinê bi lêvên min ve bidirû,
dengê xwe bi şermezariyê binixumîne û rengên xwe bi ser hêviya mirî de birijîne ey kevoka ji beybûna axînê!

 

2000, 10, 21