Çend helbest ji nişteciyên xewnan re

Ehmedê Xanî

Min Mem û Zîna xwe nivîsand
Tenê ko ji we re bibêjim:
1- Hayê we ji bekoyan hebe.
2- Ramanên kewan ji mejiyê xwe bavêjin.
3- Bila evîn di nav we de
Dara herî bilind be.
Ez
Ehmedê
Xanî
Me
Çima hûn guhdarî min nakin?!

Federico Garcia Lorca

“Ez li kujerê Lorca digerim„

H. Bedirxan

Zengilên xaçexanan lêdiketin
Çejnên rengîn ji perrên çivîkan diweşiyan
Berfeke nazik, nerm... nerm dibarî
Di nav rihê berfê de.
Kenekî
Spî,
Spî..
Wek xewneke tenik vedibû.

Lorca serê xwe ji çemên peyvan derdixist
Û li ser valahiya asoyan
Helbesteke wek "stranên qereçiyan" dinivîsand
Û di guhên ezman de sê caran digot:
“Ko ez mirim bihêlin balkona min vekirî bimîne…„

Lê her tişt wek hunereke vala bû,
Leylan bû,
Sîber û sîtav û hilweşandin bû,
Herifandin û qelişandin bû...
Ne zengilên xaçexanan lêdiketin
Ne jî çejinên rengîn ji perrên çivîkan diweşiyan.
Ne berf û ne jî kenê spî dibarî...
Ne.. tiştek
Ne.. tiştek!

Di şeveke tarî de
Bê heyv
Ne çire û ne jî çirûsk
Laşê Lorca par û talan kirin.

Cîhan paşkûnkî diçû,
Bervaca dikeniya
Rengên goristanan seriyên xwe hildidan.
Di wê şevê de
Giyanên kevokan li ser sîvlekên malên Spaniyan dixeniqîn...
Di wê şevê de
Heyv û stêrk kelûgirî bûbûn, matmayî mabûn...
Di wê şevê de
Şev nifirek mezin bû.

Lê rodanka helbesta Lorca hîn û hîn
Evînê dide Dilên evîndaran
Evîndarên wek:
Ba,
Berbang,
Buhar,
û baranê..
Evîndarên wek:
Pelên zeytûnan
Û
“Stranên qereçiyan„ yên ji dûr û kûraniya
Dilan ve diherikin.

Yanîs Rîtsos

Her ko helbestek dinivîsand
Bêriya nivîsandina yeke din dikir
Ji ber wê jî
Ew ji zîndanekê dibirin zîndaneke din
Û ji bajarekî surgûnî bajarekî din dikirin.
Ji ber wê jî
Xewnên wî ji cihekî difiriyan cihekî din
Û helbestên wî dibûn
Av, agir û ba…
Aso himbêz dikirin
Stêrk nêzîkî hevdû dikirin
Û azadî, avîn, jîn...
Di dilan de bihêz dikir
Ji ber wê jî
Ew evîndarekî bê dawî bû
Ji ber wê jî
Em helbestên wî bi hanasên
Dilên xwe dixwînin.
Û di mejiyên xwe de dimeyînin...

Fernando Pessoa

Tîp mistdidan
Peyv jê difirîn
Peyv mistdidan
Hevok jê difirîn
Hevok mistdidan
Helbest jê difirîn
Helbest mistdidan
Pirtûka jiyanê
Tijî evîn dibû.

Aimé Césair

Birako...
Em jî weke we ne
Ji şahiyê tenê şînê dizanin
Ji aramiyê tenê girî dizanin
Û ji evînê tenê keseran dikşînin.

Birako...
Em jî weke we ne
Hûn reşik in
Lê dilê we spiye weke berfê
Em spî ne
Lê bextê me reşe weke komirê

Birako...
Ji serdanan
Em tenê serdana goristanan dizanin
Ji çûndinan
Tenê çûndina ser miriyan dizanin
Ji seyranê
Tenê seyrana li ser çiyan dizanin!
Û ji “gerê tenê
Mişaxtê û ji cih hilbûnê dizanin„

Birako...
Em bi hemû tiştan weke hev in
Weke hev in
Ma ne wisa ye!?

Bonn/ Almanya
Bu e-Posta adresi istenmeyen posta engelleyicileri tarafından korunuyor. Görüntülemek için JavaScript etkinleştirilmelidir.

Destpêk Helbest Husên M. Hebeş Çend helbest ji nişteciyên xewnan re