04 | 02 | 2012

Dewlemendî û şanazî

Dewlemendî ji me ra ne xiraviyê dike, ne jî çêyiye. Tenê ji bo herduyan melzeme dide destê me. Rihê me -ku ji dewlemendiyê bêtir bi hêz e- wê melzemeyê li gor xwastika xwe distre û diguherîne û bikartîne, berpirsiyarê dilxwaşiyê jî, ên xemgîniyê jî tenê ew e. 

Hebûna me ya dixûye tehm û rengê xwe ji hebûna me ya hundirîn digre, çawa ku potên me; ne bi germiya xwe, bi germiya me, me germ dike: Tenê erka wan parastin e. Ger wan li bedenek sar bike ew ê wê ji sermayê biparêze. Ji xwe berf û cemed xwe bi vê qeydê vedişêre. 

Tu tişt ji xwe da ne ewqas xemgîn e, ne jî zor e. Ên ku van rengan dide wan sistbûn û bêhêztiya me ye. Ji bo ku meriv tiştên mezin, girîng û bilind bibîne pêwîst e xwediyê ruhek wusa jî be, ger wer nebe ên kû were dîtîn ewê tênê qirêja me be. 

Bêrek rast di avêda xwar dixûye. Girîngî ji xûyandina tiştekî betir teşeya xûyandina wî de ye. 

Ji pirtûka “Ceribandin“ an hatiyê girtin 

Wergerandin: J. Alpîranî