Rêwîtî

Berbang bû
dema ku em ketibûn rê
û roj hîn nû ve bilind dibû
li bandeva çiyan.

Cemekî heqîva dilên me
bi êş û kulên dîrokî
û cema din bi hêvî û evîn,
tûrên li milê me
bi nonên kufikî tijî bû.

Di destekî me da qevdek gul
ji bo yara dilevîn,
di destên me yê din da çek
em bibûn nêçîrvanên kewan
û parêzvanên kevokan…

Em di newalên kûr da dadiketin
di geliyên asê da hildikişiyan
û
di ser avên bê binî ra dibuhurîn.

Di bin ronahiya hîvê da
di nava mirinê da
le ji mirinê ra înad
em diketin govend û dîlanan
û
stêrk di kulmên me da
dibûn lîstokên şîrîn
li bandeva çiyan ...