Me Ji Bîr Nekir

bihurîn cejnên birîndar
werz, bi hemû wateyên xwe
yên li cihê tîr ê dil nijiyane
bi salnameyên xwe hatin û bihurîn
hatin û bihurîn bajar û mirî
me ji bîr nekir
ji axê heta gelawêjê
her der
her tişt
mimkun bû
bi qasî Nazim biçoş
bi qasî Aragon evîndar
bi qasî Lorca birîndar bûn em
me ji bîr nekir

li wir erdnigariyek tê talankirin
li wir çapa ofset a rojnameyan
li wir ji nû ve tê nivîsandin 835 rêzik
û bajarên hêviyên xwe winda nekirine

me bi kefenê tarî yê esmên nixumand
miriyên we yên ku stêrkan ew qulqulî kiribûn
miriyên we yên bênav
ên navê wan li nik erdnigariyekê hatiye nivîsîn
me gewdeyên we ji bîr kir, me ji bîr nekir yek ji we jî

serdema şeran û bazaran bû
heman çek bûn ên me bi kar dianîn
heman sûk heman xwîn bû
di dilên ku ji hezkirinê û guleyan re venedibûn re derbas bûn em
di kemînan, bexçeyên belavbûyî
di dîroka wêran re
xeyidîn mîna zarokên
me zarokên musademeyan dît
ên xewên wan çeleng, mîna zarokên xwe ji lûleyên xwe hez dikin
û wekî zarok dixeyidin
wekî xecîcokan dibişirîn li qelaçan
dibuhurîn diçûn
di şeva dirêjtirîn a dîrokê re

li bazaran heman xwîn
di berdêla heman diravî de
sûkên tarî
her car heman dîroka bi xwîn
hew em man di nav jiyanê de
nêzikî mirinê sekinî
û ya/yê di qoroya deh hezaran de diqîriya
întîfada întîfada întîfada

du xweşikiyên me hebûn
ên ji asoya me dadihatin
û du xweşikiyên me yên ku car din venedigeriyan
yek jê gulleyan, a dî jî wêneyên bi çapa ofset stend
sî û sê gule bera ber her yekî ji me dan
bi qasî cemseran dûr, bi qasî mala bavê nêzik
di roj û şevên rojhilatê de
sih û sê stêrk
hê şewla xwe dişînin ji me re

çend arbeşk di berîka xwe digerînim
çend qurnefîl
ji bo rê hevrîşim, ji bo xewê heyvên
ji bo dilê we
min peyvên şilfîtazî
mîna sondeke reş anîn
di welatê sedsalên windabûyî de
zarokên ku mirin wan zû dişopîne
ne li çiyê me bi we re
tenê ji bo avê têxim meterê we hatim
bi qasî Nazim biçoş
bi qasî Aragon evîndar
bi qasî Lorca birîndar
navbera rastî û rewrewkê
di zinarên ku serdemê neqevizandiye de
diçim têm diçim têm

teyisîna mezin a li devê ku efsane lê dicelibin
dema di kêlîkê de veşartî
zimanê avesta yê ji êgir
giha, nebat, kok
zimanê daxdayî, rengê hinarê
lênûska nû ya rojhilatê
dema vegera dehhezaran dixumxumand
ji axê heta gelawêjê
her der her tişt di kemîneke tarî de
ji zarokên ewil
ên nivîsê, teker, dîrokê
ey mezopotamyaya mezin
şeva dû hezar salî
veger li paş xwe biner
birayên min dimirin li rojhilatê dilê min

Werger: Lal Laleş & Îrfan Amîda