Helbesta tenêtiyê

Ên ku tenê nejiyaye nizanin,
Bêdengî çawa tirsê dide mirov.
Mirov çawa xwe bi xwe ra dipeyive,
Bi hesreta canekî,
Çawa direve ber bi neynikan,
Nizanin.

Wergerandin: J. Alpîranî