Ên ku di şer da hatiye kuştin

Her der bi kuştiyan tijî ye
Êş min difetisîne, difetisîne min
Gîha ji ber tenêtiyê zip û zihaye
Le ez ne sûcdar im,  ne sûcdar im
Min bi kujyeran re hevkarî nekir û nakim jî
Azad im aha bi tenê û serê xwe
Û ji îro şûnve ber bi însanan naçe
Ne mirî, ne jî zindîtiya min

Wergerandin: J Alpîranî

Destpêk Helbest Paul Eluard Ên ku di şer da hatiye kuştin