Gel

Ez gel im
Ew gelên ku nayê hijmartin
Ên ku wisa zêde
Hêzeke bêhna min a wer  heye
Goh nadim bêdengiyê
Û wê qul dikim derbaz dibim
Aj didim, bejn didim
Çiqas tarî dibe bibe natirsim.
Zilm, mirin, êş, ev, ew
Carcaran veşêre jî tovan
Wek miriyan bixwûye jî gel
Elbet rojek dizivire û tê meha nîsanê
Û ax digîhe bihara xwe
Destên bi hirs
Bela wela dike wê hewaya giran
Û di nava mirinê da aj dide jiyan

Wergerandin: J Alpîranî