Para Lêva

Ez qasî ku
Valahiya di îskanan de
Ji bo para lêva tê hêştin jî
Nikarim dûr bimînim
Ji çavên te
Dixwazim destên te
Nêzîkî destên min bin
Wek malek kevn
A ku pişta xwe dayî
Avayîyek betonî a ku li kêleka xwe

Lewra min tu
Wek bizmalek
Di mejî yê xwe de kutaye
Û min hemû gaz tov kirin
Avêt behrê  

Wergerandin: J. Alpîranî