Mîrat

Dema ku kew dimire
Li dû xwe ji bo çiyê
Çend qebeqeban dihêle.
Dema ku mêşahingiv dimire
Li dû xwe ji bo bax
Çend maçên şîrîn dihêle.
Dema ku Tawis dimire
Li dû xwe ji bo guldankê
Hinek têlên rengîn dihêle.
Dema ku ez jî mirim
Li dû xwe ji bo we û Kurdistan
Hinek helbestên cîwan dihêlim.

Ji pirtûka "Gulbijêrek jı Helbestên Şêrko Bêkes"

Wergerandin: Kerem Serhed & J. Alpîranî