Şîret

Gelek tişt henin zingar digrin
ji bîr diherin
û
dû ra dimirin
wek tac
û
gapol
û
textê bin nigên padîşahan.

Gelek tişt jî li dinê henin
narizin û
ji bîr nabin
û
tu car namirin
wek şewqe
û
gapol
û
pêlavê Charles Chaplin.

Ji pirtûka "Gulbijêrek Ji Helbestan "

Wergerandin: Kerem Serhed & J. Alpîranî