Mezintirîn evîn

Berfa ser Cudî wiha dibêje:
Ejdeha hat.. Ejdeha çû
General hat? general çû
Lê tiştê her ma û
tucar neçû û qet naçe,
Dar û kevirên Kurdistan in...

Sûra Diyarbekir dibêje:
Navên Sultan û Waliyan
Weke navên hinek kîvarkên bi jehr
Û?
Weke navên hinek gur û berazan
Ji bîrçûn û di dîrokê de bûn xubar
Lê tiştên ji bîr neçûn û
Her man û bûn nan û bûn av û
bûn kulîlkên malê me
Şehîdên Kurdistanê ne...

Ji rimên Enqere û
Eqlê dûr ji rojê bêjin:
Belê dikarin hejmara
Kevokên kuştî zêdekin...
Belê dikarin hejmara
xeleka zincîran zêdekin
Dikarin werîsê sêdarê dirêj... dirêj bikin
Dikarin bi gulle bersiva kulîlkên me bidin
Bi panzeran bersiva cadeyên me bidin
Bi Apatçî bersiva baxçên me bidin
Bi tarîtî bersiva ronahiya me bidin
Dikarin me zêdetir ji xizaniyê nêzîk bikin
Dikarin me zêdetir ji bextiyariyê dûrxînin
Lê belê tiştê ku
Tucar... tucar
Hûn nikarin bigrin an bikujin
An ji me dûrxînin
An jî ji me bistînin
Evîna KURDISTANÊ ye...

Têbînî: Şêrko Bêkes xwest cara yekemîn vê helbestê bi zaravayê Kurmanciya jorîn biweşîne...

Çavkanî: www.avestakurd.net