Ji bo Îsmaîl Beşîkçî

Darekê got
Em niha nikarin
Navê te li cadeke Diyarbekir kin
Kulîlkekê got
Em niha nikarin
Navê te li baxçekî nav Qamişlo kin
Kevirekî got
Em niha nikarin
Peykerekî li ser sînga Babagurgur
Ji bo te çêkin
Şiîrek got
Em niha nikarin
Navê te li kutubxabeyeke Sablax kin
Dawî Kurdistan got
Ewê em niha karin bikin
Tenê ev e ku
Wek gul û şiîr û azadî
Te di canê xwe de hilgirin

Ji Soranî: Rûken Bagdu Keskin – Bedran Hebîb