Bîranîn

Gulê bîranînên xwe nivîsî
nîvê bîranînan
li ser nêrîna bedewiya avê bû.

Avê bîranînên xwe nivîsî
nîvê bîranînan
li ser bejna şox û şepaliya daristanê bû.

Daristan jî bîranînên xwe nivîsî
hemû bîranîn
temamê bîranînan
li ser dayîka dilêş azadî bû.

Ji pirtûka "Gulbijêrek Ji Helbestan"

Wergerandin: J. Alpîranî