Di sipêdeya êvareke Istanbulê de

Vê êvarê seat şeş
Ez bi siwariya hewrekî
Por bi xunav
Dest bi zerdeya tavê
Diçim ser derya Marmara
Û bi xwe re zembîleke
Tije ji pepûle ya helbest dibim
Ji nik xwe wan dadînim
Heya ku Neco
Ez dizanim dema ku tê
Weke şefeq an gulîlik
Bi bejneke sor xuya dibe
Mîna hatin û avabûna
Heyvê di avê de, hêdî hêdî
Di seat şeş de ew jî tê
Dema dighîje pêşya min
Mîna keskesor û weke dara çinarê
bi rengînî wî hembêz dikim
weke maçkirina navberê
pêleke gelek westiyayî û
qumê tênî ya bendewar
pêl pêl
bi pirje pirjê xwezî ve
pey der pey ez wî maç dikim!
Hingê êdî
Serê zembîlê vedikim
Pepûle têne der û
Sipî sipî ji bejna wî dizeliqin
Pişt re dibêjm:
Neco, Neco Can! Niha
Dunya dunyayeke dine û
Weke dibînî ligel pênûsa ‘Musa’
Ligel biskên keçên Hekarî
Ez li vir im
Ho Neco Can!
Tu dizanî doh êvarê helbestên min
Li baxçeya Dolmesaray
Weke xezaleke bê bak  
Di nav baxçe û odeyên Ataturkî de
Tur diavêt, tu dizanî ?
Di asmanê wê derê de
zimanê kurdî difrî
sinewber û darhenar û darên sêvan
bi kincên kurdî ve di govendê de bûn
tu dizanî?
Nabêjî ev helbest dîn bûye ?
Birînên te bawer dikin ?
Nabêjî ev xeyala şaîre û
Nabêjî xew e ?
Lê Neco Can !
Ji vê şevê
Ji rehmê vê şeva reş
Ji xînên we
Dunyayeke nuh hatiye zayîn
Seat heşt jî
Dîsa ji nav dilê Istanbulê
Bi hev re
Ez, Amed, Amûda û
Mehabad jî bi me re ye
Civîna sor a me ya helbestê heye
Qurbaniyan li wir dibin
Gerek tu jî werî
Cigerxwîn tê,
Elî Merdan, Kerkuk tên
Û Bêkes jî tê
Uzun gotiye ezê jî bêm
Gerek tu jî werî
Ey Neco Can!
Were helbestê di henavan
Weke gulîlka xwe derîne
Û yeke yeke birînên xwe jî
Di vê civînê de
Li ser serê sipê de pêke
Ey Neco Can!
Em li bendê ne
Gerek tu jî werî

Istanbul/ dawiya gulan a 2008

Werger û çavkanî Avestakurd.net

Destpêk Helbest Şêrko Bêkes Di sipêdeya êvareke Istanbulê de