19 | 05 | 2012

TRT6

Ev çend roj e li ser TRT 6 ê gelek nivîsar tê nivîsîn, qasî ku dixwûye piraniya kurdan bi çavek neyînî lê dinihere, dema ku mirov kiriniyên li Tirkiyê û Kurdistan ê tê jiyin dinihêre ev nêrînan nêrînên normal û watedar e. 

Le tiştên herî balkêş, dema ku mirov piraniya van nivîsaran dixwîne, mirov dibe qey Dewleta Tirk an jî AKP ev Tv ji bo xêra dê û bavê xwe ji Kurdan re vekiriye, mirov dibê qey Kurdan qet ji bo mafê xwe ti tiştek nekiriye û Dewleta Tirk rabûye ji wan re Tv yek vekiriye.

Helbûkî ev Tv encamên tekoşîna mezin a van sî salên dawiye ye, encamê Roj Tv û televizyonên kurdî ên din e. Vê têkoşînê Dewlet neçar hîşt ku hinek gavan bavêje, ev jî ji wan gavan yek e, le gavekê piçûk e. Armanca Dewleta Tirk çi dibe bila bibe heta ku di vê Tv yê de zimanê Kurdî rast bê bikaranîn ev gav gavek erêniye, û dij derketin bêwateye. 
 
TRT 6 îflaskirin û pûçbûna politikaya dewletê ya ku li himber zimanê kurdî (ku heta niha wek zimanê kart û kûrtê, zimanek çêkirî, qaşo ziman, zimanek nenas binav dikir) ye. Êdî tu kes nikare vanan bîne ziman, êdî tu kes nikare pêşîya peyvên ku tê de tîpên q, w, x, û, ê û î hene bigre û wan qedexe bike. Bi kurtasî TRT 6 bi awayek fermî pejirandina zimanê Kurdî ye. Ewê demên bê de astengiyên pêşiya Tv yên kurdî ên serbixwe jî rabe.
 
Hinek kes di nivîsarên xwe de dibêjên ji xwe 14-15 Tv yên Kurdan heye û hewcadariya Kurdan bi TRT ya kurdî nîne, bi dîtîna min ev nêrîn jî nêrînek şaş e. Rast e di malên me de bi dehan Tv yên kurdî heye û em wan temaşe dikin, le madem ku dewlet ji me bacê digre û bi wan bacan bi dehan Tv û radyoyan fînanse dike çima jê çend heb kurdî nebe,.
 
Hinek kes jî dibêjên ev Tv bi sirûda netewî ya tirkan destpê dike û bi wê sirûda wan tê girtin ev jî dibe sedemê asimalisyana spî heta viya bi cahştiya kulturî binavdikin, ma gelo parlemnterên me ên ku li ser navê me îro siyasetê dikin bi kîjan sondê sond xwarin û çûn meclîsê, elbet ev tişt li gor dilê me nîne, wîjdana me ê herdem bi vê yekê biêşe, le mixabin ev tişt bi rewşa bêstatubûna Kurdan re girêdayî ye, le dîsa mixabin heta ku em aha bêstatu bin ev rewşa bêwîjdan jî her dem hebe.
 
Hinek kes jî vê Tv yê wek şoreş, wek ronensans binav dikin, bila ew jî qet xwe nexapîne, ji xwe xeta TRT`ê kivş e, ew berdevkê bîrdoziya fermî ye, erka wê belavkirina kemalizmê ye û TRT 6 jî versiyona wan a bi kurdi ye. Dibe ku hinek hunermendên din li kurdî zêde bike, dibe ku di nav hinek kesan de baweriya êdî hînbûna kurdî jî pere dike belav bike, dibe ku ji ber reqabetê bandorek erênî Tv yên me heyî bike, le ev tişt ne şoreşe ne jî ronensas e.

Bêgûman ewê dewlet bi rîya vê Tv yê hewil bide gelek lîstikan bi me bîlîze, gelek dek û dolaban li serê me bigerîne, hem jî bi zimanê me. Le Televîzyonên me yên heyî dikarin wan lîstik, dek û dolaban bi bernameyên baştirîn bersiva wan bide, dikarin bêtir rûmetê bidin rewşenbîr û hunermendên xwe û herî grîng jî bernameyên baş ji bo zarokan amade bikin(gelo çend zarok Tv yên kurdî temaşe dikin) û wd.

Nîaqaşa herî mezin jî li ser hunermendên mîna Ş. Perwer, C. Haco, N. Akbal û Rojîn ê dibe, hinek kes beşdarbûna van hunermendan wek xayînî hinek jî wek mêrxasî şirove dikin, elbet xayîn û mêrxas îlan kirin ne karê min e. Ger Ş. Perwer strana xwe a "Kîne em" û "Kanê Kurdistana Min", C. Haco strana xwe a "Dîyarbekir" û "Girtiyên Azadiyê", N. Akbal strana xwe a "Mîro" û (Rojîn ê baş nasnakim) dikarin bê sansor bistrên bila herin.

Em jê hez bikin an nekin, em temaşe bikin an nekin û armanca wan çi dibe bila bibe, ev serketina tekoşîna gelê kurd e û encamên keda Roj Tv ye.

31.12.2008