KOBANÎ: Çirûska Gelê Şoreşvan

I.       Kurtedîrok

Sala 1912an
şirketeke almanî
li ser zikê Heyvika Pîroz
kargeheke rêsaziyê ava kir.
Dagirkerên rojavayî
û hevalbendên wan ên osmanî
jê re digotin “company/kompanî”.
Li gorî gotina gotindaran
dê riyeke hesînî ava bikira;
Konya û Bexda bi hev ve bikira
li ser hesabê kurdan
û ji bo berjewendiya mêtingeran.

Roj geriya, dewr û dewran jî.
Ew beşa welatê min bû “rojava”
û ew şirket vegeriya bajarê Kobanî.

II.     Pêvajo

Welatên rojavayî
duh li rojavayê welatê min bûn;
konê kampanyayekê vegirtibûn;
çîrçîrî kiribûn mirovahî;
ji çermê mirovan nexşeyek
û ji qaqotkên seriyan
sînorek li dorê danîbûn.
Ev çendî çend sal bûn,
(ku) kurdan û Kurdistanê
wekî kurmoriyên morîstanê
dora singên konê kampanyayê girtibûn;
bi sebra pêxemberan dixebitîn
û bajar rizgar kiribûn.
Lê mîratxurên Auschwitzê aciz bibûn;
li ser rikî kurdan
keriyekî cehşan li hawirdorê girêdabûn.
Paşê mîratxurên Tîmûçînê tatarî hatin;
hesp û hêstirên xwe li deverê bêhefsar berdan.
Lewre çarmedora Kobaniyê
bûye garana ker, hesp û hêstiran.
Mixabin çi tê
tê serê çêreya welatê min.
Çi tê,
tê serê Rezên Babîlê.
Çeperên bajêr ketine ezmûnê;
bi bandora zîtikan
xîretkêş ji xewê radibin
û bersivê didin pirsên mirovahiyê.
Garan li ser wê xaka pîroz digevize
û mirovahî li ber ekranan, bêwijdan ditevize.

III.  Rojev: Çirûska Gelê Şoreşvan

Hey gelê mino!
Hey Kobanî,
tu dê nebî qurbanî!
Hey Ristemê kurê Zal!
Bavê te
tu avêtiyî Çiyayê Kurmênc
û teyrekî sîmorx tu parastiyî.
Êdî girmegirma çakûçan e
û hesinkar gurzê te diafirînin.
Xijexija pênûsên helbestvanan e
dê rojnivîska destana te binivîsînin.
Galegala stranên dengbêjan e
dê bêdengiya şevên tarî biçîrînin.
Himehima derwêşên zikirxaneyan e
dua û dirozgeyan li pey te dixwînin.
Qîjeqîja berpirsên kurdan e
mîkrofon û kursiyên zilmê dişkînin.
Terterpa dilên ciwan e
li Girê Miştenûrê find û qendîlan vêdixînin.

Hey Kobanî, hey mûzeya bêgunehan!
Bihişt sermedî ye
û dê nekeve destê zebaniyan!
Hey meşqxaneya gelê çekdar!
Hey eşqxaneya gelê şoreşvan!

08.10.2014, Bazîd

Destpêk Helbest Umîd Demîrhan KOBANÎ: Çirûska Gelê Şoreşvan