Xebat Li Ber Finda Hêviyê

Îro têgihiştim ku:
Mala min ji şûşeyê ye hevalo,
û dilê min ji kaxeza kûşeyê.
Lewre mala kesî kevirbaran nakim
û nivîsên erzan li ser kaxeza dilê xwe çap nakim.

Îro têgihiştim ku:
Divê mala xwe biguhêzim xaniyekî kevirîn delalo,
û dilê xwe veguhêzim birceke kunkunî
da ku kevokên bêzar û bêziman
tê de hêlînên xwe çêkin dûredest.

Lê îro tênegihiştim bê çima
her kesî para xwe hilda ji pakêtên diyariyan
û zarokên kurdan bêpar man, tiliyên xwe mêtin?

Dibe ku pêwist e dergehê ictihadê bigirim
ji teraliyê re, ji bihaneyê re
û dîsa vegerim xebatê li ber finda hêviyê,
bêdopîng derkevim ser dika serkeftinê;
bê zarî û girîn hilkişim hêsiya[1] dunê.

30.09.13, Bazîd


[1] hêsî: lûtke (devoka doraliya Çiyayê Agiriyê)