Sara: Kulîlka Berî Biharê

         -ji bo Sara û rêhevalên wê-

Şeva din
dengê te hate nixumandin
û tifa te li rûyekî ma.
Li kolaneke sereke
guleyek di eniya Parîsê de teqandin
û têkoşîna te li qefa çiyayekî ma. 

Bihar bi gulekî tê Sara
heke bê qurçimandin jî.
Ew nîşaneyek e,
hêmayek e ew Sara
heke bê pirçiqandin jî.

Wekî ku tifa te bû lehî
û sikir rûxandin
wekî ku vîna te bû pola
û sîxur li ber xwe tewandin
teqez bihar dê were
bi te kulîlkê
yan jî bêyî te kulîlka qurçimandî.

11.01.2013, Bazîd