Demsal Û Sitran

qirna 78 an ra
I
Em di rojan da bûn
Û di şevan da bi çargav! bi çargav: me zîn û hevsar wenda kir!
Le hîn hezar weslên me her yekî li hezar cîhê ye
Em hîn bi weslên xwe mijûlen, zaroknon
Û kes qasî me bi weslê xwe nizane.

II
Dibe ku pir kevn bûbe demsal û kilam
Tu vedigerî, belkî jî
Temenek belavkirî wesle-wesle li dû te vedigere
Tu vedigerî, li ariya xwe!
Tu bi ariya xwe zindî dibî ji nûva nav wê şewatê da
Tu dibêjî “me bi xwastika xwe li pişta xwe barkir ev dinya”,
“le me rizgar nekir û em rizgar nebûn!”

*

/Ger hemû çekên aloziye bêgewer be êdî
Senedên jibîrkirinê jî protestoye!/

III
Pevçûn. Ger pevçûn be ên ku li eniya me hatiye nivîsandin li vî cîhê em gîhiştine
Îdî ji siya me wêda kes naxwûye
Şewat vemirî, arî mala xwe li ezmanê xelkê da digere

Ger tu li wir e bizivirî, bizivirî
Ji xeyalên “rojên mezin” ber bi rastiya “demên piçûk”
Ma tim di penaberiyê da birîndar mayîn e?

IV
(me berê dinya kefş kir, dû ra tax; em ji bo kefşkirina dinyayê ketin rêyan, le me ji bîr kir malên xwe yên serên kuçekî wêda ên ku biperdên çilmisî, baxçên xwe, ramûsanên xwe û bi vî qeydê me hevdû jî xilas nekir)

em niha hezkirina nehezkiriniyen xwe diceribînin
ne ku ên em jiyayîne
êdî
em bîriya tiştên ku  nejiyaye dikin….

Ji Pirtûka «Her Ömür Kendi Gençliginden Vurulur»

Wergerandin: J. Alpîranî