Strana Şevê

Ger carê zirarê bibîne
Zû diqede evîn
Û xilas dibe

Te demeke digot qey
Hezkirin bêsînor e
Helbûkî bisînor e
Û ew
Sînor jî tu yî

Niha
Îskarmoz* jî hevdaxistinin û birinin
Dê tu çawa bêran bikşînî
Ber bi jiyanê

Ew ê kî serhev bike
Îskorpîtan**

Derya kortalekiye
Û heta devan av tijiye

Wergerandin: J. Alpîranî

*Îskarmoz: Darên ku di kêleka kelekan de ji bo pêvekirina bêran hatiye çikkirin
**Îskorpît: Cûreyek masîyên deryayî