-
Kategorî: Kemal Burkay
Wek ba derbaz bûn ji kolan û kuçan
Di lingê wan da bezekî delal
Lingê min
Ma tu jî linge!
Wek ba derbaz bûn ji kolan û kuçan
Gijgij û asê
Porê min
Ma tu jî al e!
Wek ba derbaz bûn ji kolan û kuçan
Du gulleyên ku tarî çirandin
Çavên min
Hûn jî wê bigihên?
Ji pirtûka “Azadî Û Jiyan“