-
Kategorî: Kemal Burkay
Kîngê ba kilaman dibe
Kîngê şîlan bi gulan dixemile
Çivîkên xwe berdidim, totiko
Terk li berfê dikeve
Tovê evîndar aj dide ber bi royê
Diçim, hespên min di paşila ezmanan da
Wek şirîtek ronî me, totiko
Jan royê hiltînin
Keç mezin dibin bo evînê
Bîhna min xurt dibe bi agirek nû
Dibiriqe pola
Kerî dibe atom, totiko
Diherike wext û av
Tarî û ronahî
Reng, tam û bîhn
Ji reqsa cîhanê meriv têr nabe
Diherike jiyan, totiko
Min berda çivîkên xwe ber bi dûr
Kena min gîha ezmanan
Tu jî azad bike çavên xwe
Zincirîn mejû veke
Veke bendên destê xwe
Hey lo totiko