-
Kategorî: Rojen Barnas
Li devê newalê bilbilekLi ser saxeke gulê berdestî sibêStra û stra û straGul çi kir, nizanim...Lê ji gundê meNe kes pê hesiyaÛ ne jî kesLi cendekê wî geriya
Bi "selatun xeyrun el-mînen newm"
Ya banga melê gund
Hacî Miheme, sofî Smaîl û xalê Mîrzo
Hêdî hêdî rabûn li êlamê çûn.
Ji xwe kes tune bû ku wan bigire di nav nivînam
Him kalemêr û hin jê jî bî bûn.
Em gist rakirin ji xewa sîrîn,
Ji nav nivînên me yen germ
Û ji pasilên
Stiyên me yên "Rabîayên Bedewî"
Kereke kertik-qetayî, li bêdera jêrîn
Bi zîtik û zirîn.
Meyla her yekî bi awakî
Kula her kesî cihê:
Guhê hinan li melê
Yê hinan?!...
Axleb, yê hinan li kerê.
Lê, bilbil?!
Kî hay jê.