Hîn hezar salê din bêwelat


Ku da
Bi wan porên xwe ên pindirî ku da, him jî tu ku da
Ku da ey çav xerîv
Min xwe bi teşeyên din jî ceriband
Di her demsalê da cemidîm, di her neynikê da tunebûm
Rûyê xwe  bizivirînî
Rûyê xwe  bizivirînî
Neynika giyana min parçe-parçe...

Ku da
Bi wan hespan ku da, him jî tu ku da
Ku da aha mîna ku carek din venegerî
Li dû te xwîna min dirije ber bi cîhê tu diçî
Bi destên xwe ên şkestî nikarim te bizivirînim
Rûyê xwe  bizivirînî
Rûyê xwe  bizivirînî
Girekê bavêjî tamarê min...

Ger tu biçî
Zarokek, hîn hezar salê din bêwelat bimîne
Bêsitêrk, bêqulbedan, penaber, bixwîn
Ger tu biçî di bageran da, ziravtirîn bistîya dara biyê
Wê sibê dişkêm û nakevim ser axa xwe
Rûyê xwe  bizivirînî
Rûyê xwe  bizivirînî
Bikenî ji bihara min ra...

Wergerandin: J. Alpîranî

Destpêk Helbest Adnan Satici Hîn hezar salê din bêwelat