Hevpeyvîn bi Receb Dildar re

-Mafê perwerdeya zimanê dayîkê îro di rojevê de ye, gelo li gor we ev maf çiyê, ji bo kê ye û  dibê çawa were fehmkirin?

Gava pitikek çawa ku nû ji dêya xwe biwelide, bi hulma xwe li jiyanê dimîne, mafê zimanê dayikê jî tiştekî wisa ye.. Yanî gava tu wî mirovî ji wî mafê bêpar bihêlî tu wî ji bin ve dikujî. Heta niha zimanê dayikê li tu ciyekî cîhanê, wek maf nebûye nîqaşa dayîn û nedayinê.. Lewra ew ji bo însanan her tim mafekî xwezayî ye.. Nabe ku meriv li ser vêya têkeve bazarên siyasî jî.. Wek îstîsna li hinek quncikên dinyê îktîdarên faşîst û nîjadperest ev maf bin pê kiribin jî , li ser dinyê nîqaşeke wisa tune ye.. Lê ji ber ku rejîma Tirkiyê ya ku ev sed sal e bi destê Îttîhat Terakiyê tê meşandin (Îktîdara AKP jî di nav de) li ser dinyê nijadperestiya herî tund dimeşîne û nahêlin zarokên Kurd di dibistanan de bi zimanê dêya xwe perwerde bibin. Ev komkujiyeke çandî ye.. Helwesteke ji însaniyetê der e.. Û ne mijara bazarên siyasî ne.. Îngîlîzek, Tirkek, Erebek çawa ku ji destpêkê heta zanîngehê zarokên xwe bi zimanê xwe perwerde dikin, mafê zarokên Kurd jî hene ku di heman şeklî de perwerde bibin.

-Li gor rewşa kurdîya  iroyîn de ev maf dikare çi bide kurdan an jî  ewê kurd çi sûdê jê bigrin?

Gava sîstema wê bê ava kirin, meriv dikare perwerdeyeke gelek baş bike û Kurd dikarin ji vê perwerdê sûdeke mezin bi dest bixin. Gava ziman hebe, wê ji bo netewebûnê hertim hîmeke xurt hebe.. Wê ruhê netewê her tim zindî be.. Wê perwerde rê li statuyekê veke, wê hişmendiya Kurdî xurt bike.. Û di şertên îro de hebûn û tunebûna Kurdan hatiye li ser perwerdeya ziman asê bûye. Yan em ê jî wek brezîlyayî û meksîkayiyan bi zimanê dagirkerên xwe bibin milet, yan jî em ê bi çand û zimanê xwe bibin milet û di nav koma cîhanê de ciyê xwe bigrin.

 

-Ger kurdî nebê zimanê fermî , tenê bi vî mafê dikare çiqas were parastin û pêşxistin?

Heta ku Kurd nebin xwedî statuyekê û zimanê Kurdî nebe zimanê fermî, wê hemû hewldanên din di demeke dûr û dirêj de xizmeta entegrasyonê bikin. Dibe ku rejima niha rê li ber dibistanên Kurdî yên taybet veke, heta ji niha ve navên hinek zanîngehên taybet di nav medyayê de digere. Lê gava statuyek û zimanê fermî tune be, wê ew kesên ku zanîngehê biqedînin, bi dîplomeya xwe bitenê bikaribin li bazaran pîvazan bifiroşin. Yanî heta desthilatdariya Kurdan bi xwe tune be…wê hewldanên din di xizmeta entegrasyonê de bin, lê dibe ku perwerdeya Kurdî bitena serê xwe hişmendiya neteweyî xurt bike û rê li ber statuyeke neteweyî jî veke.. Bi hebûna yekî dibe ku yê din jî xurt bibe..

 

Ji bo ku we dem û derfet da me sipas û mala we ava be.

Mala we jî avatir

J. Alpîranî

Receb Dildar

Di sala 1958-an de li Amedê hatiye dinyayê.. Ji bilî çar salên dibistana mamostetiyê ya Kirşehîrê hema bibêje hemû jiyana wî li Amedê derbas bûye. Piştî darbeya Îlonê ya 1980-yan çar salan di zîndana Amedê de dimîne û heta dawiya emrê wî karên dewletê (kamû) lê tê qedexekirin. Zewicandî û bavê çar zarokan e. 
Berhemên wî yên heta niha hatine çapkirin ev in: 
1- Kewê Canê, helbest, 2003
2- Dewran (Seyît Alp) Werger 2005
3- Şikefta Xwekuştinê, çîrok, 2008
4- Li dû xezalekê çîrok 2012

Destpêk Hevpeyvîn Hevpeyvîn bi Receb Dildar re