Hevpeyvîn bi Bahoz Baran re

-Mafê perwerdehiya zimanê dayikê îro di rojevê de ye, gelo li gorî we ev maf çi ye, ji bo kê ye û divê çawa bê famkirin?

“Berî her tiştî divê em bizanin ku ev maf wek gellek mafên din, yek ji mafên me yê desteserkirî ye, ew nadin me, em ji wan distînin. Bila tu kes xwe ji Xwedê meke, têkoşîna me tune bûya, me nedikarî em daweya van mafên xwe bikin. Ziman rasterast bi hebûnê re têkildar e, mirov nikare bazara hebûna xwe bike. Dixwazin gellek mafên me, parçe parçe û bê zagon bidin me. Navê vê yekê xapandin e. Bi taybetî mafê perwerdehiyê, bi dersên hilbijartî, bi dibistanên taybet û hwd. çareser nabe. Divê perwerdehî ji pêşdibistanê heta zanîngehê hebe. Tu rabî zimanê serdest bikî navenda perwerdehiyê û Kurdî wek zaroka sêwî bihêlî ev neheqî bi dawî nabe. Di navenda vî karî de divê Kurdî hebe. Li ciyekî Kurdî xurt be û pê perwerdehiyeke tam bê dayîn, zimanên din nikarin neheqî û serdestiyê li Kurdî bikin. Kurdî rê nade vê yekê. Kurdek dema ku tam daqûlî zimanê xwe bibe û bi xwe bihise ew ê êdî neyê bişavtin. Awayê dersa hilbijartî ji bo Tirkî ye ne ji bo Kurdî. Ku Kurd ji vê yekê gavekê jî bi paş de biavêjin ev dê têkçûnê bi xwe re bîne. Her kesê azad çawa perwerdehiyê dibîne em jî divê bi wî awayî bibînin. Ev mafê han ji bo hemû Kurdan e, kî bixwaze dê sûd jê wergire. Dibe ku hinek Kurdên di nava çerxa pergalê de çerixîne pê bidin erdê û ji ya xwe venegerin. Lê îşê me ji wan nîn e.

-Li gorî rewşa Kurdiya îroyîn  ev maf dikare çi bide Kurdan an jî ew ê Kurd çi sûdê jê bigirin?

Dema ku mafê perwerdehiyê bê bidestxistin dê pê re giyanê Kurdîtiyê xwe vejîne û cewherê esil yê zimên derkeve holê. Enerjiya ku ji zimên derkeve dikare piştî demekê vê civakê biguherîne û berê wê bide ciyekî din. Dê zimanê zarokên me yên ku di dibistanên Tirkan de lalome bûne vebe, dê kesayetiya Kurdî bê ser xwe. Kelepora Kurdî dê bi ser hev de bê û dewlemendtir bibe. Dê Kurd wê çaxê baştir fam bikin bê çi bi serê wan de hatiye. A niha ji ber ku tevizandinek heye gellek kes hay ji bayê felekê nîn in, hay jê nîn in ku malxerabiyeke çawa heye. Dema ku Kurdî ji xeynî jiyana rojane, ji xeynî helbest û çîrokan, berê xwe bide warên din ên zanistê dê wê çaxê deriyên nû lê bên vekirin û berê wê firehtir bibe. Helbet dê pirs û pirsgirêkên zimên hebin lê hêza Kurdî dê bi têra xwe têrî çareserkirina wan pirsgirêkan bike. Bazara Kurdî niha kesad e, bi hezaran hêmanên kelepora me di nava dest û lingan de digevizin, wê çaxê dê derfet hebin, dê Kurd dest bi tomarkirina wan bikin. Dê bala xwe bidin wê kelopora xwe, niha bala wan pirr neketiye ser wê. Dema ku mirov bi her awayî bi zimanê xwe re bide û bistîne ji kesayetê bigirin heta têkiliyên di navbera mirovan de dê gellek tişt biguherin, dê Kurd li bajarên ku di dema talanê de hatine avakirin binêrin û bibêjin ev bajar li awayê jiyana me ya kurdewar nakin. Zarok her sibe dê bi ken û kêfxweşî biçin dibistanan. Cewhera zarokên me dê derkeve holê. Nivîskar û hunermedên xewar ên di nava Kurdan de dê hişyar bibin.

-Ger Kurdî nebe zimanê fermî , tenê bi vî mafî dikare çiqas bê parastin û pêşxistin?

Mafê perwerdehiyê tune be, Kurdî pirr zêde nikare li ber xwe bide, îro em ji sermiyanê berê dixwin, erê zimanê me ji aliyê zargotinê ve dewlemend e, rêzimaneke wî heye lê ev têrê nake. Dema gellek sazî û dezgeh ji bo zimanê serdestan hebin, Kurdî jî li ber vê yekê bê derfet bimîne nikare li ber xwe bide. Berê teknîk evqas bi pêş neketibû, alavên bişavtinê zêde nîn bûn, berê Kurdan neketibû bajaran. Lê îro ev derfet hemû ji bo zimanê serdest in. Ev derfet bêtir li bajaran hukmê xwe li dar dixin. Kurd li bajaran pirr zû tên xapandin, bajar di serê gellek Kurdan de tiştekî modern e û modernîzm jî niha zimanê serdestan e. Lewma îro Kurd herî pirr li bajaran bi Tirkî diaxivin û Kurdî li wan deran derbê dixwe.

-Bi salan e hûn bi zimên bilî dibin û pirtûka we ya rêzimanê jî hat weşandin, li gorî we astengiyên li pêşiya Kurdî çi ne?

“Ziman zindî ye, her tiştê zindî, her tiştê ku bi pêş ve diçe xwedî pirsgirêk e. Pirsgirêkên her zimanî hene. Divê em li helwesta xwe ya li hemberî wan pirsgirêkan binêrin. Tiştê ku ez dibînim û pê aciz dibim ev e, di warê rêzimanî de feraseteke pirr teng heye, li gorî rêbazên 80 sal berê difikirin, dest nadin pirsgirêkan û wan çareser nakin.  Gellek kes rêzimana Celadet Alî Bedir-Xan wek pirtûka pîroz dibînin û naxwazin tiştinan lê zêde bikin. Ku rêziman tiştekî zindî nebûya, dê gelên din ji xwe re rêzimanek amade bikira û qet destê xwe nedayayê. Celadet Alî Bedir-Xan li ser rêzimanê xebatine hêja kirine û rê li pêşiya me vekiriye, qûçê zimên daniye, divê em vî qûçî bilind bikin, li ser wê bixebitin. Hinek mijar hene ku Celadet  Alî Bedir-Xan qet dest nedaye wan. Divê em di wan waran de jî bixebitin. Lê wek gellek qadên din, di vê qadê de jî hinek kesên ne serwext in ji dêvla ku rexneyan bikin radibin heqaretan li mirovî dikin.

Gellek weşanxane di qada zimên de xwedî roleke neyînî ne. Redaktorên wan nîn in û hema bi zanîna xwe ya kêm pirtûkan redakte dikin. Hinek nivîskarên ku di zimanê xwe de ne serwext in jî xwedî roleke neyînî ne.

-Ku sibê perwerdehî dest pê bike çi amadekariyên Kurdan hene û Kurd û dewlet dê çawa bi hev re bixebitin?

“Kurd amadekariyên xurt nakin, niha li pêşiya me projeyên xurt tune ne. Niha xebatên zimên bi pirranî bi kursan û bi rêya Kurdî-derê tên meşandin. Ew bi sînorkirî ne û bêtir kesên dildar li wan deran dixebitin. Xebatên amadekirina pirtûkan tên kirin. Ji xeynî van xebatan li hinek zanîngehan beşên Kurdî hatine vekirin û xebatên zimên tên meşandin, têkiliyên wan jî qut in. Lê ev cî û war têra rewşa perwerdehiyê nakin. Divê zanîngehên nû bên vekirin û ev zanîngeh bi temamî bi Kurdî bin, xebatên xwe bi Kurdî bikin. Beşên mamostetiyê bên vekirin û demlidest mamoste bên perwerdekirin. Di warê materyalan de jî divê lihevkirinek hebe û xebatên hevpar bên kirin.

Ji ber ku Kurd hemwelatiyên vê dewletê ne, dewlet mecbûr e ku van derfetan ji bo Kurdî jî çêbike. Ango dewlet nikare rabe bibêje, min destûr da ka hûn çi dikin bikin. Dewlet bi polîtîkaya xwe berê nikare di vê qadê de hespê xwe bibezîne. Bi vî awayî nabe. Divê qadê de divê dewlet xwe neke navenda her tiştî, Kurdan muhatab bigire, derfetan ji wan re çêbike. Helwesta dewletê ya li hemberî Kirmanckî mînakeke nîyetxerabiyê ye, ew helwest nayê qebûlkirin.

Sazî û dezgehên Kurdan jî divê amadekariyên xwe bikin û dest bi xebatên Kurdî bikin. Îro gellek sazî û dezgehên Kurdan, bi taybetî jî şaredariyên wan di warê zimên de xizmeta xwe bi zimanê serdestan dikin. Ji bo Kurdî hewldanên wan ên berbiçav nîn in.

 -We got li bajaran rewş malxerabî ye, rewşa bajaran çawa ye, Kurdên ku li bajaran dijîn zarokên xwe çawa mezin dikin û diparêzin?

Li bajaran, bi taybetî li navenda bajaran zarokên Kurdan bi pirranî tên bişavtin. Malbat şirîkên vî sûcî ne. Gellek malbat li hemberî bişavtinê têk çûne. Ziman ne di bîr û bala wan de ye. Bi pirranî zarokên Kurdên dewlemend hatine bişavtin. A di serê wan de “berjewendî” ye. Hinek malbatên kurdewar hene û li ber xwe didin lê ji ber ku derfetên Kurdî zêde nîn in, zarokên wan malbatan tên tecrîtkirin, ji malên xwe pirr dernakevin. Li malê jî televîzyonên serdestan êrîşî wan dikin. Lê bi pirranî ji bo perwerdehiyê wan dişînin dibistanên Tirkan. Hinek malbat vê pêvajoya perwerdehiyê dereng dixin û dixwazin zarokên wan baş hînî Kurdî bibin. Dema ku ew zarok dest bi dibistanê dikin li wê derê jî mehkûmî tenêtiyê dibin. Hinek malbat jî zarokên xwe heta temenekî bi Kurdî mezin dikin û bi dû re bi zanîn berê wan didin kreşên Tirkan, ew zarok li wê derê derbê dixwin û Kurdiya ku hîn bûne ji bîr dikin. Hinek malbat jî hene xwe bi awayekî din dixapînin, dibêjin em ê pêşî Tirkî hînî zarokên xwe bikin bi dû re Kurdî.  Zarokên Kurd dema ku bi Tirkî mezin dibin êdî Kurd nîn in, dibin Tirk. Ji Kurdî û Tirkî hînkirina Tirkî hêsan e, zarokek dema ku pêşî hînî zimanê Kurdî bibe dikare paşê bi hêsanî Tirkî hîn bibe lê dema ku bi Tirkî mezin bibe paşê bi hêsanî nikare Kurdî hîn bibe.

Lê tiştê ku kêm e, “êş”e. Divê Kurdan xwe ji ber vê rewşa malkambax dengê xwe bilintir bikira û ev rewş qebûl nekira. Tiştê ku ez dibînim, gellek kes li ser vê rewşê pirr nafikirin û naêşin. Ziman ji wan re nebûye derd. Tiştek dema ku ji mirovî re nebe derd û mirov xwe ji bo wî neêşîne, mirov nikare bi ser bikeve. Divê em biêşin.

Ji bo ku we dem û derfet da me sipas û mala we ava be.

Ji we re jî sipas.

J. Alpîranî

Bahoz Baran
Bahoz Baran di sala 1982’yan de li navçeya Amedê, li Licê ji dayik bû. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Licê xwend. Li Zanîngeha Dîjleyê beşê perwerdehiyê xelas kir. Ji sala 2006’an û vir ve di nava xebatên perwerdehiya Kurdî de cî digire. Li ser çîrokan û rêzimanê dixebite.

Pirtûkên wî:
-Rêzimana Kurmancî (M. Bilbil & B. Baran, Enstituya Kurdî ya Amedê, 2008.)
-A baş ( B. Baran, weşanên Belkiyê, Çîrok, 2010.)
-Rêzimana Kurmancî (B. Baran weşanên Belkiyê, 2012)

Destpêk Hevpeyvîn Hevpeyvîn bi Bahoz Baran re