Hevpeyvîn bi Faysal Dagli re

-Mafê perwerde ya zimanê dayîkê îro di rojevê de ye, gelo li gor we ev maf çiyê, ji bo kê ye û dibê çawa were fehmkirin?

-Perwerdeya bi zimanê zikmakî nabe ku wek „maf“ bê binavkirin. „Maf“ têgeheke siyasî û hiqûqî ye. Zimanê zikmakî beş û taybetmendiyek ji hebûna însan e. Ger wek „maf“ bê binavkirin, hingê „kurdbûn“ jî di vê çarçoveyê de dikare bê nirxandin.

Pewerdeya bi zimanê kurdî ji aliyê rejimên serdest ve hatiye qedexekirin. Ziman yek ji bingeha hebûna netewî ye. Ji ber ku netewa kurd hatiye înkarkirin, ziman jî hatiye qedexekirin. Divê navê vê têgehê rast bê danîn. Qedexeya li ser zimanê kurdî lazim e bê rakirin. Ger ev rewş biguhure hingê pirsgirêka qedexeya ziman jî radibe. Di vê nîqaşê de tiştekî din yê balkêş heye: Azadiya bikaranîna kurdî nabe ku bibe mijara bazara siyasî. Kurdî li filan derê heta filan pileyê serbest e, lê nabe ku bibe zimanê fermî an jî yê perwerdeyê! Ev yek bi xwe domandina qedexeya zimanê kurdî ye. Qedexeya zimanê miletekî rasterast faşîzm e, nîjadperestî ye. Yek ji xweza ya kurdayetiyê axaftina zimanê xwe ye. Ya normal ew e ku kurd li ser xaka xwe bi zimanê xwe bijîn û ev yek di jiyana civakî û ya devletî de jî wiha be.

Perwerde ya zimanekî zikmakî di rewşên taybet de dikare bibe „maf.“ Mînak; komek axifênerê zimanekî cuda li welatekî xerîb bicîh bibin û li wî welatî perwerde bi yasayan hatibe tanzîmkirin û ji bo îstîfadekirina ji hin derfetan daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî bikin, hingê dibe ku ev yek di çarçoveya „maf“ de bê nîqaşkirin. Wek mînak ev rewş li Almanya ji bo koçberan wiha ye. Li her welat û dewletên demokratîk, komên koçber yên etnîkî xwedî derfeta perwerdeya zimanê zikmakî ne. Dewlet jî ji bo fêrkirina zarokan binbariya xwe pêk tîne. Lewra li gor teoriyên nûjen yên perwerdeyê zarokên ku zimanê zikmakî nizanibin, di pêvajoya geşbûnê de diçilmisin û pirsgirêkên şexsiyetê dijîn. Berewajî zarokên fireziman jî ji yên din zîrektir in. Ev yek jî encameke dema nûjen ya devletbûnê ye û di jiyana însan de gelek taze ye.

Herwiha hebûna bi zimanê zikmakî nabe ku bê kategorîzekirin. Yanê „di filan warê jiyanê de ji kurdî re erê“ lê „di filan warî de na“ nabe. Siyaseta kurd di vê babetê de lazim e bi prensîb tevbigere. Li cîhanê hîç mînakek nîne ku zimanek li ser xaka xwe bûye zimanekî dereceya dûyem. Ev azadî divê hebe, daniştvan vê azadiyê bi çi awayî bi kar tînin ew jî vîna wan e.

Li aliyê din kurd ji bo perwerdeya bi zimanê xwe ne mecbûr in li benda guherîna yasayên serdestan bisekinin. Li aliyekî dikarin zarokên xwe li dibistanên taybetî, li kûrsan fêrî kurdî bikin, li aliyê din perwerdeya zimanê zikmakî di nav têkoşîna siyasî de wek talebê sereke û bê nîqaş bînin rojevê. Daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî jî divê bîlaqeyd û şert be. Ne tenê ji bo dibistanên serete an jî heta merheleyeke jiyana dibistanê be. Kurdî li Kurdistanê divê bibe zimanê fermî yê yekem.

 

-Li gor rewşa kurdîya iroyîn de ev maf dikare çi bide kurdan an jî ewê kurd çi sûdê jê bigrin?

 

-Pirsgirêka herî mezin ji bo kurdên Bakur û Tirkiyeyê xetera asîmîlasyonê ye. Ji damezrandina dewleta tirk vir ve, armanca sereke ya vê rejimê asîmîlasyon û entgerasyona kurdan bûye. Herwiha ev dewlet li ser bingeha „înkarkirina netewa kurd, îhyakirina netewa tirk“ hatiye damezirandin. Ji ber vê yekê qedexekirina ziman û çanda kurdî wek siyaseta „înkarê“ hatiye pejirandin. Xesbkirina hemû nirxên din yê kurdayetiyê jî li gel vê efektê bi pîlan hatiye meşandin. Helbet ev siyaset li gor pêwîstiyê bi darê „îmhayê“ hatiye stabîlekirin û dema ku kurdan li hember „înkarê“ serhildane jî hingê hatine „imhakirin.“ Bi vî awayî yekta rêya ku li ber kurdan maye, asîmîlebûn û engtegebûna pergala tirkayetiyê bûye.

Rejima tirk bi vê yekê jî têr nebûye, têkiliya kurdên bakûr bi kurdayetiya din re jî qut kiriye. Di dema otonomiya 1970’an de li rejima İraqê zextê kiriye ku weşanên tv û radyoyê ku ji sînoran derbasdikin ne bi kurmancî lê bi soranî be. Herwiha bi rêya zext û hevkariyê rejima Şamê qayil kiriye ku di navbera sînorê bakûr û rojava de „kembereke erebî“ avabike. Ji bo weşanên radyoyên kurdî astengbike jî awayên korsanî bikar aniye û bi vî awayî xwestiye kurdan bi giştî ji cîhana zimanê wan qut bike.

Di 90 salên dawîn de pêvajoya asîmîlasyonê bi awayeke giştî gihîştiye aramanca xwe. Kurd dûrî çand û zimanê xwe hatine xistin. Kurdî ewçend ji jiyana kurdan hatiye derxistin ku tevgerên welatparêz yên kurdistanî ji bo xebatên siyasî û çandî zimanê serdestan hilbijartine, ew Kurdistana ku xeyalê wê hatiye kirin, bi zimanê tirkî hatiye honandin. Heta îro jî bi giştî rêxistinên welatparêz yên kurd bi giranî kar û barên xwe di bin tesîra tirkî de dimeşînin.

Dûrbûna siyaseta kurd ji ziman û çanda kurdî dibe sedem ku di projeyên siyasî de jî siyaseta kurd, di bin tesîra tirkayetiyê de bimîne, Lewra tevgera kurdên bakûr, bi qasî ku nêzî tevgera çepgir ya tirk e, ew çend jî dûrî tevgera perçeyên din yên Kurdistanê ye.

Ger kurdî li welatê xwe nebe zimanê fermî û serekî, wê pêvajoya asîmîlasyonê bi awayeke din bidome û geşbûna vî zimanî wê asteng bibe. Lewra îro cîhan êdî globalîze dibe, çend zimanên sereke bazara cîhanê dagir dikin. Sînor radibin û li taxên welatên cîhana sêyem jî êdi bi zimanên navnetewî perwerdeya dibistanan heye. Mixabin em gihîştine qonaxekî wiha ku ziman jî wek şîrketan di nav pêşbirkê de ne. Yên xurt yên lewaz dikujin. Ji ber vê yekê kurdî divê bi „fermîbûnê“ bê parastin û pêşxistin.

-Ger kurdî nebê zimanê fermî , tenê bi vî mafê dikare çiqas were parastin û pêşxistin?

-Mirov nikare di nirxandina zimanekî de „rewşa niha“ wek pîvan bikar bîne. Lewra ziman wek organizmayekî zindî ye. Bi însan re dijî û bi wî  re geşdibe an jî dimre. Ger ku derfet li ber kurdî vebe wê di demeke kin de bikaribe bigîje pileye zimanên nûjen yên xwedî dewlet. Herwiha kurdî zimanek xwedî esasek zexm e û îmkanên geşbûna wê heye. Mesele siyasî ye. Di mînaka Başûrê Kurdistanê de em bûn şahid ku kurdî di nava 20 salan da bû zimanê civak, dewlet, perwerde û wêjeyê.

Herwiha tirkî an jî hubrî jî di heman pêvajoyê de derasbûn. Dema Dewleta Îsraîlê hat demazirandin, hubriya îro ji alî kêm kesan ve dihat zanîn. Bi giştî hatibû jibîrkirin. Cihûyên demê bi dehan zimanên cuda diaxifîn. Di nava 30 salan de hubrî bû yek ji zimanên herî rêkûpêk yên cîhanê.

Herwiha tirkiya ku îro li kurdî serdestiyê dike, hem di warê tevna xwe de û hem jî di warê dîroka xwe de zimaneke ne xwedî bingeheke xurt bû. Ev tirkiya heyî, li ser bingeha proje ya afirandina zimanekî netewî hat honandin. Di nava 60 salan de herçend zimanê (osmanî) beriya xwe, kuliyata (alfabeya aramî) beriya xwe red û qedexe kirin jî ev ziman îro bûye zimanek zexm û ji aliyê bi dehan milyon însan tê axaftin.

Bi kurtahî ji bo kurdî jî heman rewş pêkan e. Ger kurd girîngî û bayix bidin zimanê xwe di nava 30-40 salan da kurdî wê bigîje lûtkeya zêrîn.

J.  Alpîranî

Faysal Dagli

Li Amedê ji dayik bûye. Ji sala 1988’an vir ve rojnamevanî û nivîskariyê dike. Li Zanîngeha Dicleyê wejê û ziman xwendiye. Bi kurdî û tirkî çend pirtûkên wî  yên derbarê dîrok, lêkolîn û wêjeyê de hene. Di gelek rojname, govar û tv’yan de kar kiriye. Herwiha damezrênerê rojnameya Le Monde diplomatique kurdî ye. Li Almanya dijî.

Destpêk Hevpeyvîn Hevpeyvîn bi Faysal Dagli re