Hevpeyvîn bi Hasan Kaya re

-Te bi salan saziyên kurdan de xebat û berpirsyari kir, bi dîtîna te astengiyên pêşiya kurdî çine?

Astengiyên ku ji ruhiyata kurdan hene; ew astengî bîr, hizr û ramana ku asîmîlasyon û ruhê bindestiyê ye ku bandor li ser hemû şaneyên kurdan kiriye. Ji bilî kurdên xwedî bawerî, kurdên din ên ku herî bi kurdiya herêma xwe zanibe jî, dibêje “ez baş bi kurdî nizanim...” Astengiyên herî bingehîn û mezin ên li ber kurdî; nebûna statuya kurdan e. Dema zimanek, li ser xaka xwe ne xwediyê fermiyet û rewabûnê be, ka dê çawa pêş bikeve, “Qiymet û pere” bike. Gelek astengiyên ku ji taybetiyên kurdan tên hene, lê hewce nake em wan yek bi yek rêz bikin. Yên muhîm, Statuya siyasî ye.

-Mafê perwerdeya zimanê dayîkê îro di rojevê de ye, gelo li gor we ev maf çiyê, ji bo kê ye û dibê çawa were fehmkirin?

Îro tu kes nizane li parlemana Tirkiye ji bo zimanê kurdî çi statu, çi maf û çi yasa tête amadekirin. Hinek ceribandin hene, lê aloziyeke mezin heye. Ya rast li çend zankoyan bo hînkirina zimanê kurdî xebatên baş hene. Televizyona TRT-6 jî xebateke baş e. Ji bo derizandina yasa û pêşbîniyan ev gav gelekî baş in. Lê wekî we got, ji “Perwerdeya Zimanê Dayikê” hêj tu amadekarî û çêkirina yasayan li aso xuya nake. Ji bo Kurdan ya herî muhîm, mafê “Perwerdeya Zimanê Dayikê ye. Ev maf ew e ku xasmen li dibistanê seretayî perwerde bi zimanê kurdî be. Yanî hemû ders û perwerde bi kurdî bin. Ne ku zimanê kurdan li kurdan bête hînkirin. Dema mirov li welatê xwe be, incex mirov zimanên biyaniyan hîn bibe. Jixwe dema perwerde hebe, naxwe herkes zimanê xwe jixwe dizane, lê belkî rêziman û rastnivîsa zimanê xwe hîn bibe. Lê matematîk, fen û hemû dersên din, divê bi zimanê mirov bêne perwerdekirin.

-Li gor rewşa kurdîya iroyîn de ev maf dikare çi bide kurdan an jî ewê kurd çi sûdê jê bigrin?

Ya tenê bi hevokekê bersivê bidim, miletek dema bi zimanê xwe perwerde nebe, tenê dibe mîna komekê, dibe mîna civatekê. Yanî ji asta miletbûnê dikeve.

-Ger kurdî nebê zimanê fermî , tenê bi vî mafê dikare çiqas were parastin û pêşxistin?

Van salên dawî bi saya medyaya kurdî gelek pêşveçûn çêbûn. Li bakur digel televizyonên navneteweyî, yên neteweyî û herêmî weşanê dikin. Hejmara van êdî bi dehan e. Li bajarên wekî Batman û Diyarbekirê gelek televizyonên herêmî hene. Gelek ceme’etên olî di televizyonên xwe de, digel tirkî; kurdî jî bi kar tînin. Hejmara radyoya jî zêde dibe. Li ser înternetê, gelek televizyon û radyo weşanê dikin.

Çi li ser înternetê be, çi wekî din be, gelek kovar û rojname têne weşandin. Hejmara pirtûkên bi kurdî belkî ne wekî weşana televizyonan bi bandor be, lê hinek pirtûkên bi kurdî têne çapkirin. Bi taybetî ev radyo û televizyon roleke gelekî mezin dilîzin bo zimanê kurdî.

Lê ger kurdî nebe zimanê fermî; bar dikeve ser milên kesên xêrxwaz, dildar û derwêşên zimanê kurdî. Zimanek bi dildarî, fedekarî û evîndariyê belkî li ber xwe bide, belkî hinekî pêş jî bikeve; lê dimîne ser nesîb û îhtîmalan. Heye ku gelekî lawaz bibe, heye li Tirkiye hejmaran milyonan kurmancîaxêvan dakeve sed hezaran. Sed der sed statuya fermî pêwîst e. Ev kar bi tenê bi rêxistinên sivîl nabit. Lazim saziyên fermî bo zimanê kurdî xizmetê bikin, lazim e zimanê kurdî bibe xwediyê statuyeke fermî.

Kîjan ziman fermî û serdest be, zimanê kesê xizan, lawaz û li jêr dixe bin bandora xwe. Helbet hezkirin, niyet, hest û girêdan girîng e, lê temamê gelekî nikare bibe xwediyê moralekî bilind. Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke xurt, divê kurd bibin xwediyê statuyeke siyasi û neteweyî da ku em êdî vê pirsê bikaribin baş bibersivînin.

Ji bo ku we ev dem û derfet da me spas û mala we ava be.

 J.  Alpîranî

 

HASAN KAYA
Di sala 1964an de, li Nisêbînê (Mêrdîn) ji dayik bû. Heta lîseyê li Nisêbînê perwerde bû. Di 1982-1984an de, di fakulteya îktîsatê de xwend, dawî dev jê ber da û salên 1984-1988, li Zankoya Dîcle ji fakulteya perwerdeyiyê beşa edebiyatê dîplomaya lîsansê wergirt.

Dawiya 1992yan, di damezrandina Navenda Çanda Mezopotamya Şaxa Edeneyê de cih girt. Sê salan serokatiya vê şaxê kir. Dawî ji bo avakirina NÇM, şaxa Mersînê kar kir, piştî damezrandina şaxa Mêrsînê, sala 1996an , di kongreya 5. ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de, wekî cîgirê serokê enstîtuya Kurdî hate hilbijartin. Di sala 1997an de,wekî serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hate hilbijartin. Heta serê sala 2003yan serokatiya Enstîtuyê berdewam kir.

Di van salan de, edîtoriya Kovara Zend, endamtiya lijneya Kovara Jiyana Rewşen kir. Di kovar û rojnameyên cihê de, bi piranî bi kurdî, kêm caran jî bi tirkî çîrok, helbest, gotarên edebî, çandî, lêkolînerî nivîsîn.

Gelek tekstên zargotina kurdî berhev kirine; lê heta niha ew çap nekirine.

Niha bi karê nivîsîn, lêgerîn, produksiyon û weşanê re mijûl dibe.

  • Girnewas-Kurteçîrok (İstanbul Kürt Enstitüsü Yayınlar-1998)
  • Kürt Dilini Tanıyalım - Xebateke Kolektîf (Kürt Enstitüsü Yayınları) 2000)
  • Kürt Öykü Antolojisi (Evrensel Yayınları-2005)
  • Ferhenga Mezin a Tirkî-Kurdî (Amadekarê Projê,redaktor û endamê lijneya editoryal (Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolêr-1997-2000)
  • Bihêle - Şiîr (Elma Yayınları-2006)
  • Ayîneke Pîroz - Pexşan (Elma Yayınları-2006)
  • Kürt Halk Tarihinden 13 İlginç Yaprak - Werger (Evrensel Yayınları-2007)
  • Belgesal-Erbab, Derhêner. (20 Beş, di TRTê de hate weşandin.)
  • Medresên Kurdî yên Berê, Derhêner, (Filmê Belgeyî, 23 Beş, di TRTê de hate weşandin)
  • Kürt Kavşağında Bir Siyasetçi, “Feridun Yazar” - Bîranîn (Fanos Yayınları-2012)
  • Doğu'nun Elçisi'nden Yüce Divan'a, Şerafettin Elçi - Bîranîn,(Fanos Yayınları-2012)
  • Pratik Kürtçe Konuşma Kılavuzu (Bi Hesanî Kurdî Hîn bibe)- Ziman, (Fanos Yayınları-2013)

 

Destpêk Hevpeyvîn Hevpeyvîn bi Hasan Kaya re